Ji Bendava Karakayayê nexweşîn dipeşike 2016-12-03 09:13:20 MELETÎ - Bermayiya ava fabrîqayên li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Meletiyê ya diherike ser Bendava Karakayê, bendavê qirêj dike. Ji ber vê yekê mayên avê, derdor û tenduristî zerarê dibîne. Bendava Karakayayê ya 29 sal berê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê hat çêkirin û ji ber wê gelek gund di bin avê de man, niha bi bermayiya ava fabrîqayên li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Meletiyê tê qirêjkirin. Bermayiyên avê yên di ser Çemê Tohmayê re li bendavê tên verijandin, dibe sedema mirina masiyan. Li gundên hawirdora bendavê jî, ji ber qirêjkirina avê hilberîna çandiniyî rastî xesareke mezin tê. Ji ber belavbûna bêhna genî jî niştecihên gundê Şahanhanê di sala 2010'an de serî li darazê dan. Di encama lêkolînan de, hat tespîtkirin ku bermayiya ava sanayiya organîzeyê ya bi rêya qenalan dihat rijandin, bi rengê xwe gewr bûye û ji ber vê bûye sedema bêhneke genî. Li gor encamên dahurandinê, parametreyên li wan hatin nêrîn di ser sînorê musaadekirinê re bûne. LI GEL BIRYARA DADGEHÊ JÎ TEVDÎR NEHATIN GIRTIN 2'yemîn Dadgeha Huqûqa Sulhê ya Meletiyê jî, biryar da ku divê bermayiya avê di qenala Şahanhanê re derbas nebe. Her çiqas dadgeh di warê mueyyîdeya cezayî de hikum da jî, bermayiya ava herêma sanayiyê li bendavê tê rijandin. 29 SAL E NEHATIYE ÇARESERKIRIN Ji ber biryar nehat sepandin û bendav hat qirêjkirin, bi awayekî giştî masî dimirin. Zarokên di nav ava bendavê de jî dilîzin, dem bi dem nexweş dikevin. Niştecihên Bajaroka Şahanhanê dest nîşankirin ku, wan gelek caran serî li walîtiyê, Gerînendetiya Hawirdorê, Gerînendetiya Sanayiya Organîzeyê dane, lê belê ev bi sala ye ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.