Li Kulturparkê û Basmane Çukuru projeyên talanê di meriyetê de ne 2016-12-03 09:52:51 ÎZMÎR - Yek ji bajarên ku navê wê bi talan û ranta ekolojîk di rojevê de ye Îzmîre, îktîdara siyasî bi projeyên ku dide şîrketên nêzî xwe xencerek li nava dikê bajar xistiye. Ev projeyên ku dê gelek talukeyan ji bo jiyan, çand û xwezayê bi xwe re bîne gelek derdor û Odeya Planên Bajar li dijî van projeyanin. Hikûmeta AKP'ê ku ev 14 sale li ser îktîdarê ye bi nelirêtî, xesp, îdîayên di îhaleyan de nelirêtî kiriye tê rojevê, her wiha bi projeyên talankirina ekolojîk û çandê tê nasîn. Projeyên mezin ê ku heta roja îro bi hinceta pêwîstiya civakê pê heye hatine îmzekirin, cihên av, hewa û cihên komî bikaranînê hatin xespkirin. Niken ji projeyên ku bûne sedema texrîbatên mezin ên derdor û dê bibin evin: Pira sêyemîn a Bogazê û Projeya Riya Marmaraya Bakru, Riya Sahîla Karadenîzê, Projeya Balefirgeha Sêyemîn, "Projeyên Dîn û Har": KanalÎstanbul, Projeya Mizgefta Çamlica, "Projeya Asrin": Santralê Hêzên ên Nukleer ên Marmaray, Sînop û Mêrsîn-Akkuyu, kana bakir û zêran a Artvîn-Cerattepe ku biryaa erê jê re hatine dayîn, Çiyayê Kaz û daristanên Murgul û kanên madenan ên ku hewzên ava talan dike, ligel înşaastên HES û RES wekî gelek cihan li Zozanên Ayder a Rîzeyê jî bi destê TOKÎ'yê talana bajarvaniyê. Di vê hilweşîna ku tevahiya welat digire nava xwe yek ji bajarên ku navê wê bi projeyên rant û talanê tê rojevê Îzmîre. Li Îzmîra k udi nava du metropolan de maye û îktîdarê çavê xwe berdayê, projeyên ku dê ji bo çand, dîrok, jiyana xwezayî û hemû nirxên bajar tahlûkeyan bi xwe re bîne li ser hev ketine meriyetê. Înşaata "Navenda Bazirganiyê ya Cîhana Egeyê" ku li Basmane Çukuruyê berdewam dike û bi Projeya Derbasbûna Kendav, li cihê Qada Kombûna Afetê Bazara Uçkuyular ên herêma Bayrakli Salhane AVM hat çêkirin û bi avahiyên ku bilin dibin bajar hatiye talankirin. Ligel vana bi gelek projeyên ku hatine îmzekirin daristan û hewzên ava hatin talankirin. Ligel ku gelek kes di Roja Derdorê ya Cihanê de li bajar derketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman jî, bi darbeya 15'ê Tîrmehê re talan û hilweşîn ji xwe re vegerandin firsendê û ji aliyê Midûrê Derdor û Bajarvaniyê ya Bajar ve diheman rojê de ji bo 9 proyên li 9 navçeyan biryara "hewcehî bi rapora ÇED'ê tune ye" da. Bi taybet grubên nêzî hikûmetê ne yên wekî Sancak Grub, Cengîz Holdîng û Doguş talankirina batjar xistine hedefa xwe û 4 projeyên ku înşata wan didome balê dikişîne. Projeya yekemîn jî "Projeya Kulturpark" a ku ji Sancak Grubu ya nêzî hikûmetê ye hat dayîne. PROJEYÊN TALANÊ DI DEWRÊ DE NE Qada Fuarê ya Kulturkpark ku xwedî paşreojek 78 salane û di bin navê "sererastkirinê" de radestî derdorên rantê hat kirin. Kulturpark ku li ser 420 hezar metrekare hatiye çêkirin û xwedî 200 hezar metrekare qada wê ya şinahî heye, her wiha xwedî 7 hezar û 200 şînahiyên ku ji 200 cureyanin. Bi projeya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine pêşniyarkirin, ji aliyê şîrketa Folkart a girêdayî Sancak Grubuyê tê plankirin ku li qadê otopar û navenda kongreyê bê avakirin û ev dê zirarek mezin bide qad. Bi biryara hêjmar 4072 a 12.11.1992'an ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandê ya Herêmê ve hat dayîn ve Kulturparka wekî "Qada Sîteya Dîrokî û Xwezayî ya di dereceya 2'yemîn de" hat îlankirin lê ger projeya mijara gotinê bê çêkirin dê hevsengiya ava binerdê xira bibe. Li Kulturparka ku şaredarî ji bo sererastkirina dibêje "qadên civakî tune ne", li ser qada 420 hezar metrekare 14 salonên pêşengahê, 4 salonên konferansê, Şanoya Vekirî ya Ataturkê, Navenda Çandê ya Îsmet Înonu, Çand Îzmîr, Daîreya zewicandine, salona sporê ya Celal Atîk, quleya Paraşut, Şanoya Ciwanan, Muzeya Wêne-Peyker, Muzeya dîrok û çandê ya Îzmîrê, cih digirin. Ligel vana lunapark, bexçeyê sewalan, riya bezê, hewza avjeniyê, salona girtî ya sporê, sahaya tenîs û fotbolê heye. GEL BI FIKAR E Şêniyên bajar ji bo parastina çand, dîrok, bingeha civakî û aborî bi fikar e. Welatî bi fikarin ku bi vê projeye xweza û cewherê Kultur1parkê bê guhertin. Şaredarê Bajarê Mezin Azîz Kocaoglu, koma Sancakê ya AKP'ê parast û diyar kir ku proje ne qada rantê ye. Yek ji qada rantê jî Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Ege ku 18 sal berê bingeha wê hat avêtin û hêj neqediya ye. Şîrketa Lîvamîne Madencîlik a girêdayî Koma Sancak ku nêzî AKPê ye dê 2 blokan ava bike û 420 konûtan çêke. Ev projeya konûtan ku li vê parkê bê avakirin tê gotin li ser rantek mezin tê avakirin. DÊ DOZÊ VEKIN Platforma Kulturparkê amadekariyê dikin ku li dijî projeay Folkartî li gorî pêşketinên pêvajoya ÇED'ê dozê vekin. Ger ku Walî biryar bide û bêje pêdivî bi ÇED'ê tune dê doza betalkirinê vekin. Platform ji bo dozê vekin komkirina îmzeyan berdewam dikin. GEFAN LI BERHEMÊN DÎROKÊ DIXWE Seroka Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Ozlem Şenyol Kocaer diyar kir ku li tenişta Kulturparkê li çela Basmane tevî Projeya Kulturparkê dê bi poreya Folkartê bibe qada rantê û bikin baxçeyê rantê yê Folkartê. Kocaer, anî ziman ku dema li Qada 9'ê Eylulê jî dinerin dibînin ku dê reng û ruyê wê biguherînin. Kocaer, destnîşan kir ku ger ev proje têkeve meriyetê dê li qada Agora êdî li şûna vê dîmenê dê dîmenê bînayên bilind bên avakirin û ruyê xwezaya vir bê guhertin. Kocaer, herî dawî destnîşan kir ku ev proje li dijî hiqûq, îmar, zagon, xizmeta civakê û rêgezên bajarvaniyê ye û wiha got: "Em dê li dijî vê projeyê rawestin û têkoşîna parastina Qada Kulturparkê berdewam bikin." SIBÊ: Projeya Derbasbûna Kendavê ya dibe qada rantê ya Bînalî Yildirim Cîhan Başakçioglu - dîhaber