117 milyon darên zeytûnan di talûkeyê de ne 2017-05-24 09:43:38 ÎZMÎR - Wezaretê xwest zagona hêjmar 3573 a "Qanûna Der Barê Teamandina Biyanîyan (aşîkirin) û Islaha Zeytûnan" bê guhertin. Bi vê guhertinê ji sedî 70 qadên zeytunan ên Tirkiye dikevin bin talûkeyê. Tê payin ku bi vê guhertinê ji 167 milyon darên zeytûnan 117 milyon danên zeytûnan tune bibin. Serokê Zeytûnên Navneteweyî Ummuhan Tibet, diyar kir ku guhertin fermana îdama darên zeytûnan e. Wezareta Teknolojî û Pîşesazî û Zanistiyê ji bo Hêjmar 3573'an a "Qanûna Der Barê Teamandina Biyanîyan (aşîkirin) û Islaha Zeytûnan" de bê guhertin pêşniyarname da meclîsê. Bi vê guhertinê tê payîn ku destûra birîn û rakirina daran bê dayîn. Tê payîn ku bi vê zagonê ji sedî 70 qatên zeytûnan ji pîşesaziyê re bê vekirin. Li Tirkiye li ser 826 hezar hektar zevî nêzî 167 milyon darên zeytûnan hatine çandin. -Bi vê guhertina zagonê tê payîn ku 578 hezar hektar qada zeytûnan ango 117 milyon darên zeytûnan tune bibin. Di cîhanê de ji sedî 10'ê zeytûnan û ji sedî 6 zeyta zeytûnan li Tirkiye tê hilberandin. Bi guhertina zagona “Pêşnûneya Qanûna Pakêta Reforma Hilberînê" dê li Tirkiye betir rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê veke. EV ZAGON FERMANA ÎDAMA ZEYTÛNAN E Serokê Konseya Zeyt û Zeytûnên Navneteweyî Ummuhan Tibet, bertek nişanî vê guhertinê da û diyar kir nu kev guhertin fermana darvekirina zeytûnan e. Tibet, anî ziman ku zagona hêjmar 3573 berê 6 caran hat meclîsê, lê her dem hat redkirin û wiha got: “Çima di vê guhertinê de israr dikin. Darên zeytûnan darên qetîm ên axa Anatoliya ye. Ev ne tenê îro pêşeroja Tirkiye eleqeder dike. Ne wekî berhem û hilberînekî din e. Divê weki mijarek neteweyî bê destgirtin. Sedema israra guhertina vê xalê sektora maden, înşaet û rantê ye. Ev sektor ji ber rant û berjewendiyê her dem êrîşî van nirxan dike. Em ne li dijî enerjî û pîşesaziyê ne. Lê divê xweza û qatên çandinî û daristanê jî neyên talankirin û wêrankirin. Niha ji bo qatên zeytûnan bên tunekirin û ji îmarê re bê vekirin dixwazin zagonan biguherînin. Divê pênaseya zagona Hêjmar a 3573'an rast bê kirin. Divê Qada Daristanî û Zeytûnan rast bê pênasekirin. Li Tirkiye qada zeytûnan ji sedî 70 di qata ku dixwazin bi guhertina zagonê ji îmarê re vekin cih digirin. Ji Edirneyê heta Fethiyeyê di navbera 10-15 cureyên zeytûnan heye. Dixwazin cere û neşxeyên din tune bikin. Yanî ji sedî 70 qada zeytûnan tê bê talankirin û ji îmarê re bê vekirin. Divê li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropa pênasekirin û binavkirina qadên daristanê û qadên zeytûnan bê kirin. Tîbet, da zanîn ku ger dê ji bo vê guhertina zagonê lijneyek bê avakirin divê ev lijne ji saziyên sivîl ên civakî pêk bê û wiha got: "Lijneya ku ji 9 kesan pêk tê jê 5 kes ji burokratên Wezîr û Mûdêrên wan pêk tên. Dibêjin ji Odeyên Çandiniyê, zanîngeh, Wezareta Çandinî û Sewalkariyê pêk tê. Lê ev kesana hemû endamên wan in û tev brokratin. Divê lijne ji kesên sivîl pêk bê. Divê teqez di nava komîsyonê de ji Konseya Zeyt û Zeytûnên Navneteweyî jî hebe. Lijne ji muxatabê rastî pêk nayê. Tibet, da zanîn ku piştî ev guhertin pêk bê kesên 2 hezar tl bide dikare daran jê bike û li şûna daran kana madenê veke. Dê bi vê zagonê rê li pêş bajarvaniyê vekin. Dê darên zeytûnan ên bi dehan-sedan salan tên xwedîkirin tev bên talankirin û wêrankirin. Ahmet Kanbal - dihaber