Walî tevî rapora ÇED'ê destûr da talankirinê 2017-05-26 09:09:37 BALIKESÎR - Waliyê Balikesîrê tevî rapora ÇED'ê ya ya xebata Sontajê ya "Lêgerîna Çavkaniyên Petrol, Maden û Jeotermalê" ku li gundê Çakallar ya Balyayê zerarê dide xwezayê erê kir û destûr da xebata talankirinê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên destûr dane vê projeyê divê hesab bidin. Li bajarên herêma Egeyê bi desetûra waliyan projeyên lêgerîna çavkaniyên madenê yên zerar û ziyanê dide ekolojî û xwezayê tên erêkirin û rê li pêş talankirina xweza, derdor û çandiniyê tê vekirin. Li aliyekî kanên kevir, xîz, mermerê tê vekirin û zikê erdê diqelêşin. Li aliyê din projeyên RES, lêgerîna maden, petrol û jeotermalê xwezayê wêran dike. Tevî raporên ÇED'ê yên ku diyar dikin dê xweza û jiyanê talan bike jî dîsa walî destûrê didin. Niha jî Waliyê Balikesîrê tevî rapora ÇED'ê ya ya xebata Sontajê ya "Lêgerîna Çavkaniyên Petrol, Maden û Jeotermalê" ku li gundê Çakallar ya Balyayê zerarê dide xwezayê erê kir. Walîtiyê projeya Şîrketa Bazirganî û Sanaya Seramîk û Mermerê erê kir û destûr da lêgerîna mermer û seramîkê. Bi vê projeyê qada daristanê tê talankirin û axa sor û qmer a berhemdar tê talankirin. Di qada ÇED'ê de Hezar metre kup dê 6 heb qadên kolandinê ku ji kurahiya 25 metreyan pêk tê bê kirin. Ji bo her sondajek bê kolandin dê 20 metre kare ax bê qeladin. Dê bi ruçikandina axê ya ji bo sontajan bi tonan madeyên kîmyewî yên wekî sirkulasyon polimler û bentonit bikar bînin axê talan bikin. Di rapora ÇED'ê de hat gotin ku dêbi vê projeyê qada çandiniyê ku herî zêde nebatên wekî beybûn, gul, papurus lê tên çandin talan bibin. ÇED'Ê RASTIYA TALANKIRINÊ DANÎ HOLÊ Berdevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên destûr dane vê projeyê divê hesab bidin. Karaçorlu, anî ziman ku axa herêma Egeyê bêtir axa bi berhem û bereket e û gelek hebat û berhemên ser vê axê divê bên parastin. Karaçoglu, da zanin ku rakirin û pêşxistina herêmê ne bi avakirina kanên kevir, petrol û madenê, bi pêşxistina qadên çandiniyê pêk tê. Karaçorlu, da zanîn ku rapora ÇED'ê talankirin aşkere daniye holê û destnîşan kiriye ku ev proje xweza û derdorê talan dikin. Karaçoglu, destnîşan kir ku ji ber maddeyên kîmyewi tên xebitandin ax talan dibe û qada çandiniyêya berhem û bi bereket tune dibe. Karaçorlu, destnîşan kir ku hem kesên destûrê distînin û hem kesên destûrê didin û rê li pêşiya talankirin û wêrankirina xwezayê vedikin divê hesabê vê yekê bidnin. Cihan Başakçıoğlu / Ruken Demir - dihaber