Qeyûm rawestand, wan dest bi çandina tovên xwezayî kir 2017-05-31 09:16:22 AMED - Her çi qas qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, Bostanên Bajêr ku projeya rêveriya DBP'ê bû girtin jî, lê komek akademîsyen û dildar li erdekî 5 donimî bi tovên xwezayî dest bi çandiniya organîk kirin. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, projeya Bostanên Bajêr, ku di bin banê şaredariyê de dihat birêvebirin, hat rawestandin. Lê belê, dildarên ku bi salan e li qada ekolojîk xebatan bi rê ve dibin, ji bo çandina berên ekolojîk li qadeke biçûk dest bi xebatê kirin. Ev xebatên ku bi temamî li ser asasên dildariyê ne, li nav zeviyan ji aliyê Alîgirê Doçent Zeki Kanay ê li Beşa Veterîneriyê ya Zanîngeha Dîcleyê dixebtî lê belê bi KHK'ê hat îxrackirin û Bişar Îçlî yê ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat îxrackirin û gelek dildaran ve tên birêvebirin. Li gundê Kababaşê yê girêdayî navenda Amedê ye, endamên Komeleya Ekolojiyê yên ku çandiniyeke ekolojîk dikin û ji bo jîndarkirina tovên herêmî dixebitin, li erdekî 5 donimî bi feraseteke kominî çandiniya ekolojîk dikin. Ji bo pêşvexistina tovên herêmî dildaran heta niha 200 hezar şitil danîne û bê pere li gundên Amedê belav kirin. Li vî zeviyî ekonsîstem bi awayekî hesas tê parastin, gubre û dermanên kîmyewî bi tu awayî nayên bikaranîn û di mudaxileyan de tenê dermanên organîk tên dayîn. Li vî zeviyî mebest ew e ku bi tovên herêmî gelek ber bên hilberandin. Xiyar, roqa, îsot, petêx, şebeş, sîr, xirtik û hwd. tên çandin û hemû kar ji hêla dildaran ve tê kirin. VEGERA LI XWEZAYÊ Alîgirê Doçent Zeki Kanay der barê xebatan de agahî dan û got ku, ew vegeriyane xwezayê, wan berê xwe daye xwezayê. Kanay, diyar kir ku bi hezaran sal in ku mirov bi xwezayê re bilî dibin, lê belê di 100 salên dawî de bajarîbûyîn veqetîna xwezayê bi xwe re aniye, lê ew li hemberî vê veqetînê têdikoşin da careke din vegerin xwezayê. TOVÊN 30 SALÎ HATIN DÎTIN Kanay, anî ziman ku veqetîna ji xwezayê mirovan ber bi tenêtiyê ve hêl dike û ji hilberîneriyê dûr dixîne. Kanay wiha axivî: "Ji bo vegera xwezayê, di salên dawîn de em zaf têkoşiyan. Me jî berê xwe da xwezayê. Me hewl da ku em berên xwezayî hilberînin. Em dixwazin gelê xwe û hawirdora xwe hişyar bikin. Em ketin pêyî tovên herêmî. Me tovên 30 salan ên genim, firingî, îsot, xirtik, bacanên reş dîtin. Me ev tov çandin û 200 hezar şitil gihandin. Û me ev şitil hemû belaş belav kirin. Me ev bi şertê ku dê çandinî bi tovên herêmî bê kirin belav kirin." ‘EM BI DILDARÎ LI NAV ERD DIXEBITIN' Kanay, diyar kir ku yê ku bixwaze dikare tevlî xebatan bibe. Kanay, anî ziman ku ew her roj nebatan raçav dikin û li gor pêdiviyan ew xebatan dikin. Kanay, dest nîşan kir ku ji bo gihandina berên xwezayî ew dixebitin. Kanay, got ku heke ew ber bi dest nexin jî ew madeyên kîmyewî bi kar nayînin. Kanay wiha got: "Li nav erd bi temamî feraseteke dildariyî û komunî heye. Em bi vî awayî dixebitin. Hemû berên ku em digihînin, ji tovên herêmî ne. Em hewl didin ku berên ekolojîk hilberînin." ‘EM Ê BERÊN XWE BELAŞ BELAV BIKIN' Kanay, dest nîşan kir ku ew ji bo berjewendiya xwe beran nagihînin. Kanay, got ku yên ku bên nav erd dikarin li gor pêdiviyên xwe belaş zebze û fêkiyan wergirin. Kanay, anî ziman ku ew ê hinekî berên xwe hişk bikin û yên mayî jî ew ê li malbatên xizan û hewcedar belav bikin. Kanay wiha axivî: "Me ev proje di nav şert û mercên zehmet de da destpêkirin û em dixwazin mezintir bikin. Û em dixwazin xwe bigihînin gelek kesan. Me îsal bi piranî xebatên ceribandinî kirin. Lê belê di sala bê de em ê hewl bidin ku li qadên hîn mezintir bixebitin. Her kes dikare bê û daxilî vê projeyê bibe." Kanay, anî ziman ku şaredariyê li ber Çemê Dîcleyê cih daye 40 malbatên ji Sûrê û malbatan hilberînerî kiriye. Kanay, diyar kir ku malbatan sûde zêde wergirtiye, lê belê piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hatiye kirin, proje hatiye rawestandin. Kanay, diyar kir ku rawestandina vê projeyê cihê xemgîniyê ye. Kanay got ku, a rast divê projeyên bi vî rengî hîn bêtir bên berbelavkirin. Aziz Oruç - dihaber