Li Alîagayê pîşesaziyê oksijen da jibîrkirin 2017-06-02 09:19:50 ÎZMÎR - Gundiyên Horozgedîgî yên qirêjiya ku pîşesaziyê li Alîaga ya ku ji cihê çandiniyê veguherî cihê pîşesaziyê derketiye holê bi gotina "me oksîjen ji bîr kir" pênase kirin diyar kirin ku li gund ji sedî 10 mirinên ku diqewimin ji ber pençeşêrê ye. Dema ku mirov ji navçeya Alîagaya Îzmîrê ber bi herêma pîşesaziyê ve derdikeve rê hê kargehan nabîne bêhna rûnê giran mirovan aciz dike. Li herêma kargehan asîman bi bandora dûyê ku ji baçeyên kargehan derdikeve ve wekî di bin dîlbûna ewrên mijê de ne. JI CIHÊ ÇANDINIYÊ BÛ CIHÊ PÎŞESAZIYÊ Li Alîagahê 2 santralên termîkê û 84 kargeh hene.b Navçeya ku nifusa wî 92 hezar e bi pîşesazîbûna ku di 1970'an de dest pê kir ve îro ji cihê çandiniyê bi temamî veguheriye cihê pîşesaziyê. Bi pîşesazîbûnê ve herî zêde jî welatiyên gundê Horozgedîgî dibîne. Gund berê bi zêdebûna darên zeytunê, çandiniyê ve dihat zanîn. Lê îro jî di bin bandora pîşesaziyê de ye û çandinî jî nikare bê kirin. LI HERÊMÊ JI SEDÎ 10 MIRIN JI BER PENÇEŞÊRÊ YE Li gund ji sedî 10 mirin ji ber pençeşêrê ye ev di raporan de jî hatiye nîşandan. Jibilî yên ku ketiye raporan îro li gund 300 kesên dijîn ji wanj i sedî 10 ji ber pençeşêrê tên tedawîkirin an jî ji ber bêhntengiyê tên dermankirin. Jilibî vê jî welatiyên gund ji ber pênaseya "gundê pençeşêr" aciz in. 'NE SANTRAL WEKÎ EM BI WEBA NE NÎŞAN DAN' Welatiyê bi navê Ferdî Turan (40) li hemberî pênasekirina "Gundê pençeşêr" gundê wan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku bavê xwe ji ber pençeşêrê winda kiriye. Turan got ku bi vî rengî pênasekirina gund^ewan di nava civakê de şaş tê fêmkirin û wiha berdewam kir: "Wekî ku hemû gundî pençeşêrî ne tê fêmkirin. Belê li vir ji ber santralan em li dijî nexweşiyan têdikoşin. Lê li Şûna tiştên ku ji ber santralan diqewimin nîşan bidin û belav bikin an jî têkoşîna me ya li dijî santralan nîşan bidin me wekî 'bi weba' nîşan didin." 'EW JEHRÊ BELAV DIKE EM HEWL DIDIN BIJÎN' Ji gundiyan Ozcan Boro jî diyar kir ku ji sedî 10 mirin ji ber pençeşêrê diqewime. Boro anî ziman ku tiştên ku ew dijîn ne nû ye û bal kişand li ser herêma pîşesaziyê. Boro wiha axivî: "Ev jehrê belav dike lê em jî hewl didin li vir bijîn." Boro bilêv kir ku tu çareya gundiyan jibilî koçberiyê nemaye û bi salan e ji ber jehra ku santrala termîk belav dike welatî nikarin çandiniyê bikin. Boro got ku ji bo çareseriyê baweriya wan nemaye û tekane çare firotina axa wan ji pîşesazan re hatiye hiştin. 'ME OKSÎJEN JI BÎR KIR' Remzî Oktay ê 74 salî yê gotina "Em jehrê bigirin jehrê" bi kar anî jî 10 sal in ji ber pençeşêrê tedawî dibîne. Okay diyar kir ku bi salan e li dijî kargehên ku jehrê difurîne têdikoşe lê êdî nikare têbikoşe. Okaş got ku ji ber nexweşiyê rojên dijwar derbas dike, gavên ku dewlet ji bo pîşesazîbûnê davêje jiyana wan tarî dike, gundê wan tune dike. Okay ê gotina "Me aksîjen ji bîr kir" bi kar anî li hemberî rayedaran jî nerazîbûn nîşan da. LI ŞÛNA BÊHNA HIRMÎ Û ZEYTUNAN BÊHNA RÛN TÊ Ertay Akay ê ku li hemberî santrala termîkê ya duyemîn a ku ji aliyê ÎDC ve tê xwestin bê çêkirin nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Berê dema ku mirov nêzî vê derê dibû bêhna hirmî û zeytunan dihat. Lê niha li her derê bêhna rûn tê. Bêhna pîs tê." Akay destnîşan kir ku bermahiyên kargehan zirarê dide ereziyên çandiniyê û êdî li axa wan tişten şîn nabe. Atay diyar kir ku jibilî çûyînê riyek li ber gundiyan nehatiye hiştin û wiha axivî: "Li vir hema ber gund sankrala duyemîn dê çêkin. Gundî ji tiştên ku diçîne tiştekî qezenc nake. Niha gundê axa ku di destên wan de mane jî dixwaze bifiroşe û biçe, êdî hesabê vê yekê dike. Li vir an dê ji ber birçîbûnê bimirin an jî ji ber pençeşêrê bimîrin. Şansekî din nayê dayîn." Ahmet Kanbal - dîhaber