Hilberînerên zeytûnan: Dê hevsenga ekolojiyê serobino bikin 2017-06-03 09:06:19 ÎZMÎR - Hilberînerên zeytûnan bertek nîşanî pejirandina pêşnûmaya ku wek "fermana dardakirinê" ya zeytûn û zeytûnvaniyê tê binavkirin dan û wiha gotin: "Me nehesibandin. Dê hevsenga ekolojiyê serobino bikin." 76 madeyên "Pêşnûmaya qanûna ku bi mebesta pêşvexistina pîşesaziyê û piştevaniya hilberîneriyê di hin qanûn û KHK'yan de guherandinê dike" ji hêla Wezareta Zanist, Pîşesazî û Bazirganiyê ve berpêşî Meclîsê hat kirin û pêşnûma ji hêla Meclîsê ve hat qebûlkirin. Qebûlkirina pêşnûmayê hilberînerên zeytûnan qilqilandin. Niştecihên Taxa Zeytindagê ya Bergamaya Îzmîrê, ji ber fabrîkeya çîmentoyê ya ku careke din ketiye rojevê biendîşe ne. Parka Zeytînlî ya Alîagayê ya ku bi darên xwe yên zeytûnan ên sedan salî tê zanîn, di bin navê "fêdeya cemaweriyê" de hedef hatiye girtin. Li Bergamayê hilberînerên zeytûnan bertek nîşanî qanûnê dan. ‘ME NEHESIBANDIN' Hilberînerê zeytûnan Oktay Konyar, balê kişand ser zirarên ku dê qanûna hatiye qebûlkirin bide zeytûnvanan û dest nîşan kir ku, bi qanûnê tenê ne xweza, rûmeta mirovahiyê jî hatiye binpêkirin. Konyar, pêşnûmayê wek "fermana mirinê" pênase kir û wiha got: "Em biçûk xistin, tif kirin, nehesibandin û înkar kirin. Darên zeytûnan ên 5 hezar salî, 4 hezar salî hene. Dê hevsenga ekolojiyê serobino bikin. Dê her derî ji îmarê re vekin, dê bikin herêmên pîşesaziyê. Ne mirovahî ne jî hilberîner vê tevgera bêrûmet heq nekirine." Konyar bang li hilberînerên zeytûnan kir û anî ziman ku ew ê vê qanûna ku wek "Qanûna min kir û qediya" pênase dikin qebûl nekin. Konyar, diyar kir ku hilberînerên zeytûnan bi rêzgirtînî nêzî zeytûnan dibin û kalên wan ev dar wek mîrateyê ji neviyên xwe re hiştine. Konyar ku got "Ne hêsan e ku mirov bi vana re bitêkoşe, lê em ê ya zehmet hilbijêrin û em ê bi ser kevin" anî ziman ku heta ku ew bedêlê nedin dê darên zeytûnan ne ji wan û ne jî ji neviyên wan re bimînin. ‘TÊ WATEYA MIRINA HILBERÎNER' Servet Ali Çinar jî, dest nîşan kir ku di polîtîkayên çandiniyê de feraseta "mirinê nîşan dide, lê raziyî sitmayê dike" heye û guherandina ku niha hatiye kirin jî tê vê wateyê. Çinar, diyar kir ku dê bi vê qanûnê re hem çavkaniya debarê ya hilberîner hem jî darên zeytûnan ên dîrokî bên tunekirin. Çinar, got ku ev qanûn bi awayekî hîleyî hatiye çêkirin. Çinar, diyar kir ku di komîsyonê de bîrbiriyeke ku ewil pêşnûma nehatiye qebûlkirin dan der û paşê çend made hatin guherandin û wiha got: "Ev tê wateya tunekirina zeytûnan. Tê wateya mirina zeytûnan. Me berê ev tişt li Bergamayê li Efemçukurê dît. Ji berê de ev tişt dikirin, lê niha kirasekî qanûnî lê dikin. Me ji kalên xwe jî dibihîst. Li herêmê zeytûnên ku di dema Împaratoriya Romaya Mezin de hatine dayîn hene. Dîrokeke 2 hezar salî tune dikin." 'JI XWE KES HILBERÎNER NAFIKIRE' Caner Ozcan jî, diyar kir ku darên zeytûnan û xweza pêşeroja vî welatî ne û kes hilberînerên zeytûnan nafikire. Ozcan, anî ziman ku ew nizanin ew ê li hemberî vê qanûnê çi bikin û wiha axivî: "Darên zeytûnan jiyan in. Ew dar in ku divê tim li wan bê nihêrîn. Bi salan e heman qanûn dikevin rojevê. Sirf bo eraziyan pêşkeşî rantê bikin, vî tiştî dikin. Em ne li dijî turîzmê ne. Lê belê, ev madenvaniyê dikin. Dê gelek daran tune bikin. Tu bikî nekî dê bandorê li hilberîner jî bike. Ji xwe kes hilberîner nafikire." Cihan Başakçioglu - dihaber