Bazara gel pêşkêşî Holdînga Doguşê kirin 2016-12-05 09:20:29 ÎZMÎR - Bazara Gel a Uçkuyular ku nêzî 30 hezar welatiyên xizan û kedkar li vir bazarî dikir, ji ber projeya AVM ya Holdînga Doguşê cihê wê guhertin û birin Viyadukên Balçovayê. Ji ber qada bazara nû teng e, esnafan ji neçarî dezgehên xwe biçûk kirin. Derket holê ku qada AVM'ê jî di qeydên şaredariyê de wekî qada kombûnê ya Afetê derbas dibe. Şaredariyê qada Bazara Gel a Uçkuyularê ku nêzî 30 hezar welatî lê bazariyê dikin û 870 esnafan lê dezgehê xwe vekiriye firot Holdînga Doguşê. Walîtiya Îzmirê jî ev proje erê kir. Piştî erêkirina vê projeyê dê li Uçkuyularê li ser 40 hezar metrekare, dê AVM ya li ser 301 hezar metrekare bê avakirin û otela 211 ode bê avakirin. Hat diyarkirin ku dê 460 milyon tl pere li vê projeyê bê xerçkirin. Xebatên projeyê dest pê kir. Ji ber înşaeta AVM’ê qada bazarê veguhestin vîyaduka Balçovayê. Di qeydên şaredariyê de jî ev qad wekî Qada Kombûna Afetê derbas dibe. DI DOSYA ÇED’Ê DE JÎ NAVENDA RANTÊ YE Yek ji projeyên Serokwezîr Bînalî Yildirim a Îstinye Park AVM û Projeya Otelê di dosyaya ÇED’ê de bi awayekî zelal hatiye gotin ku qada rantê ye. Li gorî rapora ÇED’ê AVM û otel dê 5 qatan di zikê erdê de be û 4 qat jî wekî otopark hatiye plankirin. Jêrzemîna yekemîn dê wekî supermarket bê xebitandin. Jêrzemîn û qada yekemîn dê wekî magaza, sinema, qada xwarin û vexwarinê, salonên lîstikê bê bikar anîn. Qada tuyemîn wekî lobiya otelê qata sêyemîn wekî navenda sporê û di navbera qada 4 û 23’an de jî dê wekî otel bê bikar anîn. Qada 24’an a herî jor jî dê wekî odeya suit bê bikar anîn. Dê ji bo 2430 maşîneyan otoparkan bê bikar anîn. JI RAZEMENIYÊ BÊTIR RANTE Piştî Proje têkeve meriyetê tê payin ku rojê 45 hezar kes ziyaret bike. Li 300 magazayan tê payin ku nêzî 1500 kes bixebite. Piştî otel têkeve meriyetê tê plankirin ku 422 kes û 70 xebatkar bixebitin. Bi vê projeyê êdi welatiyên xizan û kedkar nikarin li vir bixebitin. Piştî bazara wan a semtê ji vir hat rakirin edî wekî berê nikarin bi hêsanî û aramî kirîn û firotinê bikin. Dezgehen wan jî hat biçûkkirin. ŞAREDARIYÊ JI BO RANTÊ TERMÎNALA OTOBUSAN GUHEST Şaredariyê termînala otobusên şaredariyê ku li tenişta AVM'ê ye, cihekî nû cuda kir. Hin otobusên li Qada Uçkuyularê piştî vê projeyên xwe rêgehên xwe guhertin. Ciwê rawestgeha wan derbasî Îskeleya Keştiyan a Uçkuyularê kirin. Bi vê yekê êdî welatî dê duqat bimeşin û biçin rawestgehê. JI HEZAR Û 20 DEZGEHAN DAKET 708’AN Serokê Odeya Esnaf û Bazarvaniyan a Îzmirê Hamdin Erişen, têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku gelek zor û zahmetiyên qada bazara nû heye û wiha got: “Cihê bazara nû bi pirsgirêk e. Gelek esnaf dê nikaribin cihê otoparkê bibînin. Li Bazara Uçkuyularê hezar û 20 dezgeh hebûn, lê niha cihê 708 kesan heye. 5 salin ez li cihê ku Bazara Uçkuyularê veguhezim digeriyam. Lê min nedidît. Ger ku ne vir bûya esnafan nikarîbû dezgehên xwe vekin. Di vê pêvajoyê de kes li esnafan xwedî derneket. EM LI ŞÛNA AVM QADA JIYANA GEL DIXWAZIN Berdevkê EGEÇEP’ê Turgut Înel, anî ziman ku ew li herêma Uçkuyularê diji bi salan e li vê bazarê dan û stendinê dike. Înel, anî ziman ku bi sedan welatîe ji vê bazarê berhem, fekî û sebzeyê xwezayî dikire bi vê projeya Migros, Kipa, Mediamarkt û AVM’yan pêşkêşî sermayeyê dikin. Înel, bilêv kir ku van qadên vekirî gundî û bajarî dikêjin hev, lê niha li şûna wan AVM tên avakirin û pira navbera gund û bajar de tê qutkirin. Înel xwest ev qadên dibe bingeha rantê bên girtin û tu pêdiviya wan ji AVM û otoparan tune ye.Înel anî ziman ku pêdiviya wan ji cihê ku gel tê cem hev û kom dibe heye. SIBÊ: Qumara Balaxaneyan a li ser pişta masî Cihan Başakçioglu - dîhaber