Li herêma erdhejê di sondajê de 'lêkolîna erdhejê' nakin 2017-06-06 09:14:51 ÎZMÎR - Di projeya "ji bo hilberîna enerjiyê xebata sondajê" ya ku li Seferîhîsar, Urla û Guzelbahçe ya di asta yekemîn de herêma erdhejê ye tê kirin de walîtiyê xetereya erdhejê nedîtî ve hat. Ekolojîst Ertugrul Burka bal kişand li ser xetereya xebatên sondojê ya li ser erdhejê û hişyar kir. Walîtiya Îzmîrê ji bo 10 çavkaniyên jeotermal ên di navbera Seferîhîsar, Urla û Guzelbahçeyê sondaja ku tê çêkirin pêwîstî bi Rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) nedît. Buhayê xebatên sondajê ya ji aliyê şîrteka bi navê Serdar Enerjî A.Ş. ve tê kirin 500 hezar TL hatiye diyarkirin. LI HERÊMA ERDHEJÊ 3 HEZAR METRE SONDAJ Di xebatên sondajê yên 6 metre û 177 metre durî cihên ku welatî dijî tên kirin û projeya ku ji bo vê yekê hatiye amadekirin tijî skandal in. Sondaja ku dê li Urla, Seferîhîsar û Guzelbahçeyê ya di asta yekemîn de herêma erdhejê ye xetereya erhejê jî zêde dike. Ligel vê yekê jî pêwîstî bi ÇED'ê nehatiye dîtin, reporê de tê gotin ku ger ku daxwaza ÇED'ê hebe dikare bê kirin. 'LÊKOLÎNA ERDHEJÊ NEKIRIN FACÎA YE' Ekolojîst Ertugrul Barka yê li herêma Egeyê bi salan e têkoşîna ekolojiyê dide têkîldarî xebatên sondajê hişyarî kir. Barka destnîşan kir ku ji bo enerjiyê jiyana mirovan û xweza tê paşguhkirin. Barka wiha got: "Çavkaniyên jeotermal li cihê xetên erdhejê ne. Herêmên erdhejê ne. Ligel ku evqas zelal tê zanîn jî nedîtive hatin nayê fêmkirin. Divê li wir erdhej bê lêkolînkirin û li gorî wî destur bê dayîn an jî neyê dayîn. Çavkaniyên jeotermal ên enrejiyê li cihên erdhej çêdibin e. Ev jî bandorê li guhertinan dike, rîsta erdhejê zêdetir dike. Em dizanin ku li Seferîhîsarê heta Balçovayê û rojhilatê Îzmîrê xetek heye. Divê herêm b^elêkolînkirin ger ku neyê lêkolînkirin hûn nikarin qala ewlehiyê bikin."