Ji bo otela bê ruhset dadgeh nas nekirin û behr tije kirin 2017-06-10 09:03:36 MÛGLA - Li Çetîllî Bûrnûyê, li gel biryara dadgehê jî, ji hêla Koma BESA'yê ve înşeata otela bê ruhset didome. Li herêma ku înşeata otelê lê didome, derket holê ku beşek peravê bahrê hatiye tijekirin. Bêdengiya rayedaran jî bû sedema nerazîbûnan. Li Çetîllî Bûrnû ya li nav taxên Gundogan û Turkbuku yên Bodrûma Mûglayê cih digire, ji hêla Şîrketa Anonîm a Kargeriyên Turîzma Marînê ya BESA'yê ku aîdî Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) yê berê Salih Bezcî ye hat xwestin ku bêyî rûxset otelek bê çêkirin. Li gel biryarên dadgehê yên rawestandina înşeata otela bêruxset jî, derket holê ku înşeata ji bo otelê didome. Hat diyarkirin ku, înşeata otelê ya ku bêruxset didome di bin navê "çêkirina rê" de tê domandin. Her wiha ji ber vê yekê jî ji 154 donim eraziyê ku xebatên înşeatê lê didomin, 32 donim jê bi peravên behrê ve ye û ji vê qisma ku bi peravê behrê ve ye 15 metrekare jê hatiye tijekirin. GUH NADIN BIRYARA DADGEHÊ Bi hinceta otel bêruxset tê çêkirin, di Tebaxa 2016'an de Dildarên Bodrûmê yên Weqfa TEMA'yê, Komeleya Dildarên Gundoganê û Komeleya Behrvanan gilî kir û li gor Qanûna Peravê ya Jimare 3621'ê qada înşeatê hat mohrkirin. Li gel vê 49 hezar û 95 TL cezayê pereyî jî li fîrmayê hat birîn. Li gel biryara dadgehê jî, înşeata ji bo otelê didome û tê payîn ku înşeat bê rawestandin. Parêzer Haluk Ortaç, bi bîr xist ku dadgehê xebatên înşeatê rawestandine û wiha got: "Li gel biryarê jî, tijekirina behrê bi paş ve nehat wergirtin. Bi awayekî derhuqûqî hîn jî xebatên înşeatê didomin. Koma BESA'yê tim dibêje 'ez ji bo erdê xwe rê vedikim' û bi vî awayî înşeatê didomîne. Halbukî dema mirov li wir dinihêre, êdî ji weziyeta rê derketiye û resmen veguheriye avaniyeke bêruxset. Xebatên li wir bênavber didomin. Li Kendaveke wek Çetîllî ku buhuşt bû, niha dojeh tê afirandin." '3 SALIN BI QAÇAXÎ DIXEBITE' Niştecihê taxê Ûmay Karabaş jî, diyar kir ku 3 sal in ku xebatên înşeatê bi awayekî qaçax didomin û wiha axivî: "Çetîllî qadeke asayî ya makiyî (bi dar û tûm) bû. Li wir gelek giyanewer hebûn. Niha ew der veguherandine çolê. Ev 3 sal in li wir giyayekî biyanî jî tune ye. Hafriyatê vala dikin behrê û bi vî awayî hêlînên masiyan ên bin behrê û riwekan dikujin. Ji ber ku li Çetîlliyê avahî hatin çêkirin êdî îhtimala ku ew der sar bibe tune ye. Dê tim qadeke germ be. Ji ber kuştina xwezayê dê Bodrûm germtir, hişktir bibe û dê mirov nikaribin bêhnê bistînin." RAYEDAR GUH NADINÊ Nîhat Koyûncû jî dest nîşan kir ku qada înşeatê bêruxset e û wiha got: "Çetîllî xwedî rûberka riwekî ya kesk bû, lê niha veguherandin rewşa sîsirkê gurî. Cihê hat tijekirin jî, ji bo lîmanê ye." Koyûncu pirsa "Ma rayedar ji bo çi hene?" kir û got ku, bi sedan gilî û gazinc hene ku li qada înşeatê xebat hene, lê belê tu rayedara pê re eleqedar nebûne. Koyûncû wiha axivî: "Qanûn ji bo hin kesan heye, ji bo hin kesan tune ye. Vê derê bi zanebûnî dikin qrubana rantê." Gokhan Oner - dihaber