'Ne sermaye, ji bo me xweza girîng e' 2017-06-13 13:31:06 STENBOL - Meclisa Ekolojiyê ya Stenbolê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ku talana xwezayê esas digire û ev tişt got: "Li dijî berjewendiyên sermayeyê em li gel xwezayê ne. Li dijî vê talanê pêwîstî bi kîjan têkoşînê hebe, dê ew ji hêla me ve bê dayîn." Hikumeta AKP'ê tu cihek nema çav berdayê û dixwaze talan bike. Hikumetê piştî çem, newal, park, dîrok û bi sedan cihên xwezayî û civakî talan kir, niha jî dest avêtiye qadên zeytûnî û dixwaze van qadan jî talan bike. AKP'ê dixwaze bi pênûme qanûnekî qadên zeytûnî talan bike. Di saerî de cotkar, xwezaparêz û saziyên civakî li dijî vê talanê dest bi têkoşînê kirin. Meclisa Ekolojiyê ya Stenbolê jî bi dirûşma "Em ê li dijî berjewendiyên sermayeyê, li gel xwezayê cihê xwe bigirin" pêngavek da destpêkirin. Meclisê da zanîn ku ew ê destûrê nedin mêrg, zeytûn û derhol bê talankirin û li Qada Khalkekedonê ya Kadikoyê çalakî pêk anîn. Çalakgeran pankartên "Dest nede zeytûnên min", "Ji qanûna mirinê ya zeytûnan re na" û "Ji talana derdorê re na" polîtîkaya qirêjî ya AKP'ê şermezar kirin. Daxuaniya ku ji hêla Endama Meclisa Ekolojiyê ya Stenbolê Fatoş Osman Agaoglu ve hat dayîn. Agaoglu gotinên wekî "Tesîn an jî zeytûn" ên Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirin di civîna komê ya AKP'ê de anûbû ziman jî bi bîr xist û wiha axivî: "Bersiva meya ji bo vê pirsê, bêguman dê zeytûn be. Ne tenê zeytûn, divê mêrg, newal û hemû xweza bê parastin." Agaoglu piştrast kir ku hikumeta AKP'ê her dem xwezayê talan dike û destnîşan kir ku ew dê destûrê nedin vê talanê.