AVM'yên qaçax ên li navenda Rihayê hatine çêkirin 2016-12-06 09:19:46 RIHA - Li nava Rihayê bi soza "qadên kesek" avahiyên qaçax ên AVM'ê ku hatine çêkirin di bin navê "di projê de tadîlat heye" dixwazin ruhsat bidin avahiyê. Li ser kolanan Ataturk a navçeya Halîliya Rihayê li cihê Stada 11 Nîsan a ku di hilbijartinên 2014'an de bi soza "qada kesk" dê lê bê çêkirin û Nevanda Bazirganiya Novada lê hat çêkirin li ber xilasbûnê ye û AVM a ku 3 caran hat revîzekirin û bilindibe derket holê di înşaata wê de avahiyên qaçax hene. Nûnerê Odeya Plankerên Bajar Mehmet Selîm Acar, diyar kir ku di înşata AVM'ê ya dixwazin li ser 34 hezar metrekare bê çêkirin, ligel 3 revîzeyan jî, amûrên Mîgrosê ku di projeyan de cih nagire hatine bicihkirin lê şaredariya bajarê mezin proje erê kiriye û ruhsta daye. Acar, da zanîn ku di nava projeya destpêkê de cihên bazirganiyê hebûn, dihat plankirin ji çaran sêyê wê qada kesek baya û wiha got: "Lê proje ne wekî ya rastîne, her ku diçe avahiyên qaçaz bilin dibin. Dê qadek ku otel, cihên bazirganiyê û park hebûya bihata çêkirin. Dema ev qad dihat çêkirin veberhênanên Wezareta Spor û Ciwanan li tevahiya Rihayê ya 38 milyon lîra esas hat girtin. Dahatuya ji vir tê bi armanca bigihînin Wezareta Spor û Ciwanan nêzîk bûne." 'MEYDANA TOPÇU MÎNAKEK NE BAŞ BÛ' Acar bi lêv kir k udi encama îtîrazên wan ên projeyê, proje gelek caran hatiye guhertin û wiha pêde çû: "Destpêkê bi projeya otel, fonksiyonên bazarê û parkê hatin. Lê dema ji bo vê projeyê li ser tora civakî û STO'yan îtîraz hatin paşde gav avêtin. Piştre li ser hev cend caran ji bo qadên kesek bi projeyan hatin. Di van projeyan de tirsa me ya dê qada serî neyê bikaranîn bû. Ger em mînak bidin Meydana Topçu, li tu bajaran hûn nikarin qadek wiha ku nayê bikaranîn bibînin. Ev cihên wiha ji bo cihên gel rojane bikartînin bipirsgirêkên. Em hizinrîn ku divê cihên gel xwe bikaribin le nû bikin hebin. Me got divê cihên wihabin ku gel bikare rojane bêhna xwe lê vede. Ji ber ku di destê me de mînaha Meydana Topçu hebû. Binê wê otoparke lê serê wê nayê bikaranîn. Qadekê bifikirin li cihê herî xweşik destşû hatiye çêkirin. Ji bo em heman pirsgirêkan ne jîn me projeya cihên kesk û kefeyan ku dê bêhnê li gel bide vekirin pêşkêş kir." 'QADA BAZARÊ YA KU EM BEHSA WÊ DIKIN NE EVE' Acar, destnîşan kir ku wan projeya Çêkerên Bajar û Saziya Koordînasyona Bajar a ku şaredariyê qebûl kiriye birine dadgehê, wan dadgeh qezenc kirine û wiha domand: "Ew plan hat betalkirin. Bi projeyek din hatin. Me got bila qada bazarê be lê me li ser qadek wiha a bazarê ne axivî bû. Me gotibû bila yek du cihên xwarin û kafê hebin. Me ev difikirî lê şaredariyê ev rewş bikaranîn û got 'Odeya Plankerên Bajar cihên bazirganihê dixwazin' lê qadên bazarê yên ke em dixwazin ne evin. Ji bo qada 11 Nîsanê bibe qadek kesek me têkoşînek da lê me tenê 25 metrekara rizgar kir. Em ê li qadê çend kafeyan çêbikin, cihên ku mane jî em ê bidin bankan. Lê projeya me ji aliyê şaredariyê ve hat berkarî kirin. Bi STO'yên din re jî me pêk nehatin. Wan behsa qada bazarê ya li Kolana Ataturkê kirin me qebûl nekir. Halê projeyê yê dawî ne wekî ya rastîne û cihên qaçaz derdikevin holê. Projeya ku niha tê çêkirin di plana heyî de tune ye. Dema em li planê dinêrin em dibînin ku Mîgros piştre lê hatiye zêdekirin û li dijî planê ye. şaredariyq Bajarê Mezin ji b ovan avahiyên qaçax tiştekî nake. Çawa ruhsat da ye?" Acar, da xuyakirin ku Mîgros ku qaçaxe piştî anîn nokteya qedandinê tadîlata projeyê hatiye kirin û wiha axivî: "Tadîlata planê ji bo Mîgros bibe qanûnî dikin. Em ê şopdarê vê bin. Em li şaredariyên ku çavên xwe ji avahiyên qaçax digire digerîn. Ev tiştê dikin sûce. Em dihizirîn ku di demek kurt de vê mijarê bibin dadgehê. AVM ku ber bi dawî ve diçe dê bandorek nerênî li ser navenda bajar bike. Her wiha dê bandorê li ser trafîkê jî bike. Li bajara Plana Master a Gihandina Bajar tune ye û divê di demek kurt de bê amadekirin. Divê proleya Plana Master a gihandinê ya 30 salan bê çêkirin." Arjîn Dîlek Oncel - dîhaber