Dûxana komirê li Edeneyê hewayê jehrî dike 2016-12-20 09:19:32 EDENE - Endamê Platforma Hawirdorê Yaşar Gokoglû, diyar kir ku komira Walîtiya Edeneyê li xizanan belav dike "bêqalîte" ye û dibe sedama "hewaya qirêj". Gokoglu, ji rayedaran xwest ku ji bo bajar bêhnê bistîne, dawî li belavkirina komirê bînin. Li Edeneyê, ji ber bikaranîna komira bêqalîte, bajar nikare bêhnê bistîne. Bi hatina zivistanê re şewata komirê zêde dibe. Bi zêdebûna şewata komirê re dû û dûxan li ser bajar ewrê reş ava dike. Di hefteyên dawî de hewa zêdetir qirêj bû. Endamê Platforma Hawirdorê Yaşar Gokoglû, diyar kir ku komira dewlet belav dike "bêqalîte" ye û dibe sedema qirêja hewayê û xwest rayedarên dewletê dawî li belavkirina vê komira bînin. Li bajêr bi taybetî, saet di navbera 18.00-21.00'an de mirov nikare bêhnê bistîne. Ji ber qirêjiya hewayê, di saetên êvarî de kes xweşikî nikare derkeve derve. Ji ber ber destê êvarî, li bajêr mesafeya dîtinê kêm dibe, ev jî dibe zêdebûna rîskên qezayên trafîkê. 'RAYEDAR TEVDÎRAN NAGIRIN' Endamê Platforma Hawirdorê Yaşar Gokoglû ragihand ku, li bajêr qirêjiya hewayê zaf zêde bûye û got, sedema vê qirêjiya hewayê jî, ji ber "komira bêqalîte" ya ku dewlet li xizanan belav dike bi xwe ye. Gokoglû diyar kir ku, wan sala çûyîn jî serî li walîtî û Gerînendetiya Bajêr a Hawirdor û Bajarsaziyê daye, lê tu tevdîr nehatine girtin. Gokoglû parast ku, hayê rayedaran ji hev tune ye û wiha axivî:"Ev broşur nîşan dide ku, hayê rayedaran ji hev tune ye û bêrûtiya wan derdixîne holê. Komira bêqalîte ji aliyê walîtiyê ve tê belavkirin, lê li gel vê Şaredariya Bajarê Mezin jî broşurên wek 'Qalîteya Hewaya Edeneyê Baş Dibe' çap dike. Li başûrê Edeneyê di saetên êvarî de, welatî gaza karbonmonoksîtê dihelmijin. Dibêjim hayê wan ji hev tune ye. Şaredarî baş dizane ku; komira bêqalîte ya bi TIR'an tê Edeneyê, bi rêya Weqfa Alîkariya Civakî li malbatên diyarkirî bi torban tê belavkirin. Ev malbat neçar in, ji mecbûrî vê komirê dişewitînin. Û êdî hewaya bajêr nayê hilmijandin. Mirovên me ji ber nexweşînên bêhnstendinê serî li nexweşxaneyê didin. Lê şaredariya me broşurên 'Qalîteya Hewaya Edeneyê Baş Dibe' belav dike." Gokoglû ji bo dawî li vê qirêjiya hewayê bê, xwest pêşî dawî li belavkirna vê komira bêqalîte bê û anî ziman ku, divê bikaranîna gaza xwezayî zêde bibe.