Rayedaran Heskîf li gel qedexe kir 2016-12-22 09:23:53 ÊLIH - Bajarê qedîm û dîrokî Heskîfa ku dixwazin bi Projeya Ilisûyê wêran bikin, niha jî peywîrdarên ewlehiya taybet û rayedarên dewletê bi kêfî serdêran berdidin cihê ku ji çûyîna gel û turîstan re hatiye qedexekirin. Tê dîtin ku cihên dîrokî ji alîgiran re serbest e û ji gel re qedexe ye. Navçeya qedîm û dîrokî ya ku ji gelek şaristanî û baweriyan re malovaniyê kiriye Heskîfa Êlihê ji aliyêkî ve bi Bendava Ilisûyê re bi tunebûnê re rû bi rû tê hiştin û ji aliyekî ve jî gelek şikeft û keleha wê ya dîrokî ji ziyareta gel û turîstan re bi têlan hatiye girtin. Heskîfa ku ji bo turîstên ji gelek welatên tên û welatiyên heremê dixwazin bên ziyaret bikin, bi pêkanînên “qedexeyî re” tê îzolekirin. Peywîrdarên ewlehiya taybet ên di têketina cihên hatiye qedexekirin de tenê kesên “guncav” dibîne, destûra gera wan a li nav cihên dîrokî dide. Her çiqas der barê vê mijarê de nûçe hatibin çêkirin û gel gazinên xwe bînin ziman jî, lê rayedar û peywîrdarên ewlehiyê li be rvê yekê xw eli nedîtiyê datînin û van pêkanînên xwe yî kêfî didomînin. JI ALÎGIRAN RE SERBEST E JI GEL RE QEDEXE YE Keleha Heskîfê û gelek şikeftên xwedî dîroka bi hezaran salî ji sala 2012’an ve ji aliyê saziyên dewletê yên wek qeymeqamtiya navçeyê ve ji ziyaret û gera welatiyan re hatiye qedexe kirin. Di dema ev cihên ku hatibûn qedexekirin de hatibû diyar kirin ku, bi destûra qeymeqamtiyê kes nikarin biçin li wir bigerin. Lê tê dîtin hin ziyaretên ku bêyî destûr bistînin pêk tên dide xuyakirin ku ne qeymeqamtiya navçeyê û ne jî peywîrdarên ewlehiyê biryarên xwe pêk tînin û çûyîna nav cihên dîrokî li gorî helwesta xwe hildibijêr in. Di dîmenên me li ber noqteya ewlehiyê kişand de jî ev pêkanîn xuya dikin, ku navçeya dîrokî ne ya gel e, lê pêşkêşî aligiran tê kirin. Ev dîmen, pêşkêşiya wê ya ji bo alîgiran radixe ber çavan. Ji rojnamevanan bigire heta turîst û gel ji vê neheqiyê re dibin şahid û îtîrazên mirovan nayên qebûlkirin. ‘JI BO CIHÊN DÎROKÎ CUDAKARÎ NABE’ Serokê Komeleya Dildarên Hawîrdorê ya Êlihê Recep Kavuş li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û wiha got: “Li Heskîfê eger ku ji bo hin kesan destûr bê dayîn ji bo hin kesan destûr neyê dayîn, di vir de pirsgirêkeke cidî heye. Eger ku li cihên hatine girtin talûkeyek mezin hebe, divê ji bo gera hemû kesî bê astengkirin. Lê eger ku ji hin kesan re destûra gerê bê dayîn û ji hin kesan re neyê dayîn cudakarî dibe mijara gotinê.” Bîlal Guldem - dîhaber