'Ne bêhna Çamê bêhna rantê tê’ 2017-01-08 12:55:33 TRABZON - Bikaranînên twîtterê yên ku şewata li navçeyan Surmeneyê derket û bi dehan hektar bûn xwelî parvekirin bi gotinên “Di nava zivistanê de şewat derket û cih dişewitin. Ne bêhna Çamê bêhna rantê tê. #Surmene#Çamburnu"bertekên xwe anîn ziman. Li derhêla Çamburnu ya navçeya Surmene Trabzon şevê din li daristanê şewat derket û nêzî 15-20 hektar zevî bûn xwelî. Waliyê Trabzonê Yucel Yavuz diyar kir ku li navçeya Surmeneyê ji ber sedemek ne diyar şewat derketiye nêzî 15-20 hektar zevî bûne xwelî. Şewata ku piştî Emîrê Qatarê Temîm bîn Hamed Al Sanî hat Tirkiyeyê çêbû di tora civakî de bû sedemê bertekan û parvekeran îdîakirin ku ji bo rantê daristan hatiye şewitandin. Hinek bertekên ku li ser tora civakî Twîtterê hatine parvekirin wihane: pala@devrimcipala: Di nava zivistanê de şewat derket û cih dişewitin. Ne bêhna Çamê bêhna rantê tê. #Surmene#Çamburnu Şevket Çoruh@sevketcoruh­­­_: Divê li welatê min tov bibin dar, dar bibinotel, mal ji aligiran re dibe stargeh, li daristanê can dide ji bo karsaz li welatê min#sürmene Trîbunde Tek Yurek@TTYurek: Li cihê ku şewat derketiye dê salek din ger li şuna daran avahî bên çêkirin komên ji bo avahiyan hilweşînin amade ne bizanibin!. Gokhan HACIOSMANOGLU@gokhanhoglu: Emîrê Qatarê ji bo veberhênana turîzmê bike, piştî li Trabzonê lêkolîn kirin Surmeye şewitî! Di zivistanê de daristan na şewitin tên şewitandin. UstAkil@ustakil: Emîrê Qatarê ji gelê xwe re pêşniyar dike ku Behra Reş bigerin û veberhênanan bikin pat #Surmene şewitî. Ev muxalefeta ku sefîrê Rûs şewitandiye. Gokhan Gurses@gkhn_grss: Di dîrokê de AKP ji çêkirina riyan zêdetir, dê bi terorler, girtîgeh, cînayet û nelirêtiyan di mejiyê kesan de bimîne. #Ev cîhana sê rojan derewe #Surmene