Bodrûm bi RES'an tê taşankirin 2017-01-13 09:35:47 MÛGLA - Li Bodrûma ku buhuşta xweza û turîzmê ye, bi pêkanîna pêşnûmaya 12 RES'an ên ji 680 turîbînan pêk tên dixwazin jiyana xwezayî talan bikin. Endamên Platforma Parastina Hawirdora Nîvgirava Bodrûmê li dijî şîrketên xwezayê talan dikin, banga piştevaniyê kirin. Li Bodruma Mûglayê ya navendeke girîng a turîzmê ye, li mewkiyên wek Gokova, Yalikavak, Gumuşluk û Akyarlarê tê tê payîn ku dê pêşnûmaya 12 Santralên Enerjiya Bayê (RES) ên ji 680 turîbînan pêk tê bê sepandin. Li gelek herêman, li gel biryarên dadgehan û bertekên welatiyan jî avakirina RES'an didome û ji bo pêşnûmya RES'ê li Qada Sîta Xwezayî ya Dereceya 1'emîn makîneyên karî dest vekirina riyên 12 metreyî kirine. Bi vekirina riyan re, darên li herêmê yeko yeko tên jêkirin û qada jiyana xwezayî tê tunekirin. Ekolojîstan li dijî vê bertek nîşan da. 'BODRÛMÊ DIKIN QURBANA RANTÊ' Endamê Platforma Parastina Hawirdora Nîvgirava Bodrûmê Mehmet Çilsal diyar kir ku, di serî de Bodrûm hemû deverên Herêma Egeyê yên li behrê dinihêrin û deverên bilind in, bi pêşnûmayên RES'ê tên talankirin û got, pêşnûmayên RES'ê li ser zeviyên ku qadên sîtê yên dereceya 1'emîn in tên çêkirin. Çilsal anî ziman ku, piştî pêşnûma temam bibin dê zeviyan bi buhayên zêde bifiroşin û dest nîşan kir ku, zeviyên biqîmet ên Bodrûmê pêşkeşî şîrketan tên kirin. 'DÊ TURÎZM XERABTIR BIBE' Çilsal got, ji ber polîtîkayên derve yên hikûmetê turîzm zêde rawestiyaye û diyar kir ku, bi RES'an re rewşa heyî xerabtir bûye. Çilsal wiha got: "Her çi qas zivistanan li Bodrûmê turîzm tune be jî, li van çiyayan meş pêk tên. Ev çiya ji bo eko-sîstemî çiyayên girîng in. Bi RES'an re jiyana giyaneweran di xetereyê de ye. Her wiha rûberka riwekî (nebat) hatiye texrîbkirin. Kes guh nade xweza û jiyana mirovan." 'CIHÊN BILINDIR Û BERDARÎTIR HENE' Endezyarê enerjiyê İbrahim Karaçalik der barê RES'ê li Herêma Egeyê de axivî û diyar kir ku, ji bo mirovên li Herêma Egeyê RES'an qebûl bikin wan bi gotinên wek; "Li welatê me bi awayekî zêde kêmaniya enerjiyê heye", "Ne zêde, tenê em ê 4-5 heban biçikînin" û "Em ê rêyên gundê we çêbikin" dixapînin. Karaçalik wiha got: "Li Anatolyaya Navîn deverên ku RES bêtir karin bixebitin hene. Li herêmên Qeyserî û Nîgdeyê ji bo RES'an cihên zaf guncan hene, dewlet bi xebatên baş dikare li wan dera dest bi xebatan bike."