Ji bo avakirina HES'an rûbarê Mûnzûrê 'Îstimlak' kirin 2017-01-14 11:17:48 DERSIM - Lijneya Wezîran, ji bo Bendava Konaktepe, HES I û HES II yên par ji îmarê re hatin vekirin, biryara “îstîmlaka lezgîn" girt. Lijneya Wezîran bi armanca Bendava Konaktepe û HES I û HES II ku tê plankirin li ser Rûbarê Munzurê bê çêkirin û par ji îmarê re hat vekirin biryara “îstîmlaka lezgîn' girt û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di biryara Lijneya Wezîran a duh di Rojnameya Fermî de hat weşandin de ev tişt hatin gotin: “Bi armanca çêkirina santralên li bajarên Dersim û Kocaelî, cihên ku hatine diyarkirin û hêjmara wan hatine diyarkirin ji bo tescîlî xezineya tapuyê bên kirin ji aliyê Wezarek Aboriyê ve divê bi lez bê gelemperîkirin; wezareta ku navê wê derbas dibe di dîroka 16/11/2016’an de û li gorî madeya 27’emîn a qanûna gelemperîkirinê ya bi hêjmar 31584, ji aliyê Lşjneya Wezîran ve di 28/11/2016’an de biryar hatiye girtin.” Bi vê re li gundên Akyayik, Aşagı Torunoba, Çemberlîtaş, Guney Konak, Saritosun, Yaylagunu, Yoncali û gelek qadên din ên Geliyê Munzurê hatin gelemperîkirin. Ev qadên ku di sînırên Parka Neteweyî ya Gelîyê Munzurê - Parka Neteweyî (National Parks Of Turkey) de ne ji bo UNESCO bixe lîsteya xwe ya parastinê serlêdan hatibû kirin.