TSK darên zeytûnan ên welatiyên Efrînê radikin 2017-01-17 09:46:32 EFRÎN - Leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), li ser sînorê Efrînê sînor derbas kir û darên welatiyan ên zeytûnan radikin. Welatiyên Efrîne bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku TSK axa wan dagir dike û xwezayê talan dike. Leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser sînorê Efrînê, sînor derbas dikin û darên zeytûnan radikin. Şêniyên Efrînê diyar kirin ku leşkerên TSK'ê sînor derbas kirin û darên zeytûnan ên gundên Ereb Cuma ya navçeya Şera rakirin. Şêniyan anîn ziman ku TSK'ê erdên Kantona Efrînê ji 11'ê kanûnê ve 250 metre derbasî gundê Ereb Cuma ya girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bûn. Welatiyan diyar kirin ku leşker bi kepçe û dozeran li ser sînor bi cih bûne û darên zeytûnan radikin. Welatiyan destnîşan kirin ku li Gundê Qermetleq ya girêdayî navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê jî 60 metre sînor derbas kirine û darên zeytûnan radikin.