Têkoşîna pîra 75 salî ya li dijî HES'ê 2016-11-14 09:20:10 ISPARTA - Pîra 75 salî Ummuhan Uysal a ji gundê Daribuku ya Îspartayê ji bo gundê wan di bin bendava HES'ê ya tê avakirin de nemîne, têkoşîna hiqûqê dide û li dijî EPDK'ê doz vekir. Li navçeya Sutçulerê ya Îspartayê hewzeya Kopruçaya Jor ji ber biryara "Îstimlaka Lezgîn" hat dayîn li herêmê Bendava Kasimlar û HES tê avakirin. Ji ber bendav û HES li herêmê tê avakirin gelek gund di bin avê de man. Gundê Daribuku jî ji ber bendavê bi tevahî di bin avê de dimînin. Li dijî bendav û HES'ê têkoşîna welatiyan jî didome. Yek ji welatiyên têdikoşin Pîra 75 salî Ummuhan Uysal e. Pira 75 salî li dijî bendav û HES'ê li saziya DSÎ û Saziya Plansaziya Piyasa Enerjiyê (EPDK) doz vekir. Uysal bi riya parêzer Aynur Ruzgâr Gokçe hişyarî ji Midûriyeta Giştî ya DSÎ re şand û xwest heta doz bi encam bibe karê girtina ravê rawestîne. Uysal, ji bo mala xwe terk neke xwest biryara EPDK’ê ya "Îstimlaka lezgîn" bê rawestandin. LI ŞÛREYA 6. DAÎREYA ÎDARÎ DOZ VEKIR Prz. Aynur Ruzgâr Gokçe diyar kir ku hêj doz bi encam nemûye ji Pîra 75 salî Uysal dixwazin ku xaniyê xwe vala bikin. Prz. Gokçe, anî ziman ku Ummuhan Uysal ji bo biryara "Îstimlaka lezgîn a EPDK'ê ku ji bo projeya Bendava Kasimlar û HES'ê girtiye bê betalkirin serî li Şûreya 6'emîn Daîreya Îdarî daye û bi riya Noterê hişyarî ji Midûriyeta Giştî ya DSÎ re şandiye. Gokçe, destnîşan kir ku li dijî zagonê tev bigerin dê gund û xanî di bin avê de bimînin û piştre dê neçarî dayîna tazmînatê bimînin. GER AV 20 SANTÎMÊ DIN RABE DÊ HEMÛ MAL BINAV BIBIN Gokçe, destnîşan kir ku ger DSİ hişyariyê li ber çavan negire û dîsa avê di bendavê de bigire dê av rabe. Gogçe, bilêv kir ku Uysal gelek pîr e û bi serê xwe di mal de dijî. Gokçe, da zanîn ku ger ava bendavê 15-20 santîman rabe dê hemû malên gund di bin avê de bimînin. 'XALÊN 57. Û 56. YÊN QANÛNA BINGEHÎN ÎHLAL DIKIN Gokçe, herî dawî bilêv kir ku xalên qanûna bingehîn yên 57 û 56'an tê îhlalkirin û wekî vî emînakê li Gîresûnê jî 6'emîn Daîreya Îdarî ya Dadgeha Şûreya Dewletê biryara Reguletora Çay û projeya HES'ê betal kiribû.