Gola Wanê veguherandin gola heriyê 2017-02-12 09:11:09 WAN - Ji ber tesîsa dawerivandinê ya li ser Gola Wanê hat çêkirinê baş naxebite, qadeke 20 kîlometrekare veguherî gola heriyê. Rayedaran got, heke tevdîr neyên girtin dê di demeke kurt de Gola Wanê bi felaketekê re rû bi rû bimîne. Gola Tirkiyeyê ya herî mezin, Gola Wanê dibe qurbana guhnedêriyê. Li ser gola ku her diçe tê qirêjkirin, di sala 1989'an de li gor kapasîteyeke 400 hezar gelheyî Tesîsa Dawerivandina Avên Bermayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû çêkirin, lê ev tesîs tenê ji sedî 25 ava qenalîzasyonê dadiwerivîne. Li bajarê ku gelheya wî zêdeyî milyonekê ye, tenê tesîseke dawerivandinê heye û ev tesîs jî ji sedî 75'an ava qenalîzasyonê rasterast dirijîne golê. Tesîsa ku li ber golê ye, her diçe golê qirêjtir dike û ji ber vê li seranserê perava golê qadeke 20 kîlometre kare veguheriye gola heriyê. JI BÊHNA GENÎ NAYÊ ÎDAREKIRIN Perava golê ya tesîsa dawerivandinê lê ye, bi qasî 5 kîlometreyan bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin û her wiha ji golê bêhna genî zêdeyî 5 kîlometreyan wirde jî tê. Welatiyên li hawirdorê her çi qas dûrî peravê bin jî, dema derbas dibin pozê xwe digirin. ‘GOL BI FELAKETEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE' Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Ali Kalçik, balê kişand ser qirêjiya golê û wiha got: "Divê rayedar çareseriyekê bibînin. Di saniyeyekê de hezar û 800 lître qirêjî diherike golê. Gelek av tevî golê dibin, ev ne ya çem an jî kaniyan e, hemû ya qenalîzasyona ye. Dawiya golê tê, bi felaketeke mezin re rû bi rû ye. Heke gol nebe, dê Wan jî nebe. Wan bi golê mezin bû, bi golê hta naskirin. Heke ev gol nebe, dê tu nirxekî Wanê jî nebe. Divê demildest çareseyk bê dîtin." ‘DIVÊ LI SER GOLÊ TESÎSA DAWERIVANDINÊ YA BIYOLOJÎK BÊ ÇÊKIRIN' Rêveberê Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê Fatih Şahin jî da zanîn ku, divê li ser golê tesîseke dawerivandinê ya biyolojîk bê çêkirin û wiha hişyar kir: "Ava qenalîzayonê ya bi riya tesîsê li golê tê valakirin gelekî zêde ye. Avên din û yên qenalîzasyonan bêyî bên dawerivandin tên rijandin. Li ser perava din 20 tesîs hene, ew jî golê zaf qirêj dikin. Ji ber vê her diçe Gola Wanê zêdetir qirêj dibe. Divê li ser golê demildest dawerivandina biyolojîk bê çêkirin. Heke neyê çêkirin dê di pêşerojê de Gola Wanê ji holê rabe."