'Axa asît lê hatiye rijandin êdî çandinî nayê kirin' 2017-02-14 09:22:18 MANÎSA - Li Goredesê tangerên asîtê yên aîdî Holdînga Zorluyê qulipî û hemû asîta wê rijiya ser axê. Çend roj berê careke din li heman herêmê kamyoneke asîtê qelibî û asît tev rijiya ser axê. Endezyarê Kîmyayê Ertugrul Barka, diyar kir ku asît bandorek neyînî li ser hilberîna axê dike û got: “Di axa ku ev qas asît tê de hebe çandinî û hilberîn nayê kirin." Li nêzî navçeya Gordes a Manîsayê tankerên asîtê ya Kargêriya Nîkel Kobat a Gordes a Holdînga Zorlu qulibî û asîta wê rijiya ser axê. Piştî qezayê li nêzî gundê Dîngîller akademîsyenên Zanîngeha Dokuz Eylul û Odeya Endezyarên Hawirdorê lêkolîn kirin. Akademîsyenan diyar kir ku paqijkirina axê ji asîtê li gorî usûla wê nayê kirin. Her wiha derbarê axa bi asît a ku dikulin û derdixin dibin kuderê de tu agahî nehatin dayîn. Dîsan derbarê ava ku ji Gordesê ji bo Îzmîrê tê şandin de jî fikar zêde dibin. DI MEHE ÇILEYÊ DE QEZAYEKDIN JÎ PÊK HAT Li gorî daneyên şaxa trafîka herêmê, di 30’ê Çileyê de li herêmê qezayek bi heman rengî hatiye jiyîn. Lidel taxa Dîngîller a li ser riya bejahiya dewletê ya Akhîsar-Gordesê qeza pêk hatiye û tireke ku tejî asîte qulibiye. Hat zanîn ku ji tira qulibiye asît rijiyaye ser axê, di lêkolîna ji aliyê koma trafîkê ya cendirmeyan de derbarê rêjeya rijîna asîtê de tu daxuyanî ne hatin dayîn. MIDÛRÊ RIYA BEJAHIYÊ YA HERÊMÊ AGAHÎ NEDAN Derbarê mijarê de me xwe gihand Midûryeta Riyên Bejahiyê yên Herêma Manîsayê û pirsên me yên derbarê çêkirina riyan de bêbersiv hiştin. Rayedaran dan zanîn ku ew nikarin derbarê mijarê de niha agahiyan bidin. 'DIVÊ TIŞTEK BÊ KIRIN’ Derbarê texrîbata ku asîtê avakiriye de Endezyarê Kîmyayê Ertugrul Barka axivî û diyar kir ku dibe ku qeza biqestî hatibe pêkanîn. Barka da zanîn ku ew nabejê ji sedî sed biqestî hatiye pêkanîn lê beriya biha dixwestin li wir fabrîkeyek asîtê çêbikin û wiha got: “Ev qeza çêdibin, dibe ku bixwazin van qezayan pêk bînin û li wir fabrîkeya asîtê çêbikin. Ji bo pêşiya van qezayan bê girtin divê tedbir bên girtin. Ji bo vê jî rêveberiyên ku divê madeyên bitalûke neyên hilgirtin hene. Divê wesayîtên ligorî van madeyan hebin û tedbîr bên girtin. Ger ev qeza hertim dibin divê dewlet mudaxele bike û ceza bike.” 'ÊDÎ TU XÊRA WÊ AXÊ NEMAYE’ Barka, anî ziman ku nirxên asîtê bandorê li ser hilberîna axê dike û wiha axivî: “Divê ji axê mînak bê girtin û bê lêkolînkirin. Divê lê binêrin ku tevlî nava avê bûye yan na. Li vir talûkeyek cidî heye. nirxên ph ên di navabera 0 û 1 de tê wateya asîta sulfîrîkê û ev jî asîtek bi quwete. Êdî tu xêra wê axê namîne. Di axek ku ewqas asît tê de ye kesek nikare çandiniyê bike. Bifikirin ku ev tank din ava bajar re derdas dibin. Ger yek ji vana qeza bike hemû kes texmîn dike ku dê çi bibe.”