Qedexe rabûn, lê dorpêç didome 2017-02-17 11:54:45 MÊRDÎN - Qedexeyên li ser gundên Nisêbîn, Artûklû û Mahsertê ku di 11'ê Sibatê de hat îlankirin rabûn, lê dorpêça li ser gundan berdewam dike. Di qedexeyê de li gundê Kurukoy ê navçeya Nisêbînê, leşkeran di serdegintina gund de gelek kes binçav kiribûn. Walîtiya Mêrdînê di 11 Sibatê de li 9 gundên Artuklu, Mahsert û Nisêbînê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Her çend qedexeya li ser gundan rabû jî dorpêça li ser gundan berdewam dike. Li gundên Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Stilîlî, Kuru, Îlkadim yên Nisebînê, gundên Sulakdere, Aytepe yên Mahsertê, Yardere û Ahmetli yên Artukluyê qedexeya ji bo rojekê hatibû îlankirin rabû, lê 7 rojin dorpêç didome. Li gundên ku dorpêç lê berdewam dike mirovên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Li gundê Kurukoyê leşkeran bi ser malan de girtibû û zêdeyî 30 welatî binçavkiribûn. Welatî Îzzettin Ay ku agahî parve dikirin di saetên şevê yên duh de hat binçavkirin. Ay diyar kiribû ku ketin û derketina gund di bin kontrolê de ye û wiha gotibû: "Gelek sewal ji bê avî û tîbûnê mirin. Mirovên kal û pîr nikarin biçin nexweşxaneyê. Telefon û xetên înternetê hatine qutkirin û hemû rêyên ragihandinê hatine qutkirin.