Li îslahiye û Colemêrgê girtin 2017-02-17 13:04:36 DÎLOK/COLEMÊRG- Li navçeya Îslahiyeyê û Colemêrgê 2 kes hatin girtin Dî 13’ê sibatê de polîsan malên siyasetmedarên HDP û DBP’ê jî di navde bi ser gelek malan de girtin.. Di serdegirtanan de gelek kes hatin binçavkirin. Hêjmara binçavkirinan di seetên sibê de ji 23’ yan destpêkir heya seetên êvarê gihişt 39’an. Li navenda Dîlokê 16 kes, li Nîzîpê 11 û Îslahiye yê jî 13 kes hatin binçavkirin. Duh 13 kesên ku li Îslahiye yê hatîn binçav kirin li dadgeha Dîlokê derxistin pêşberî dozger. Ji 13 kes 12 kes ji aliyê dozger ve hatin berdan. Kesê bi navê Eyup Durdu jî piştî derket pêşberî dadger hat girtin. Hat zanîn ku sedemê girtina Durdu parvekirinên çapemeniya civakî. Navê hin kesên ku hatîn berdan wiha ne: Remzî Şahîn, Abdullah Demîr, Bora Ozturk, Ahmet Mehmet, Arîf Daglistan, Bekîr Yildirim, Alî Şencak, Mehemt Yildirim. Îslahiye: Remzî Şahîn, Abdullah Demîr Sayman, Eyup Durdu, Bora Ozturk, Mehmet Çalişkan, Arîf Dagistan, Bekîr Yildirim. Navend: Hevseroka berê yê HDP’a Dîlokê Atiye Okay, Diyar Kazak, Ahmet Satilmiş, Talat Yilmazsoy, Eyup Şahman, Mehmet Aslan, Mahmut Şîmşek, Hasan Erkan. Li Colemêrgê Lokman Alpsar ê li taxa Daggolê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin duh êvarê derxistin dozgeriyêb Alpsar piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Alpsar hat girtin û şandin girtîgehê