Gardiyanan îşkence li girtiyan kir û destê jinekê şikandin 2017-02-17 15:00:29 ÊLIH - Xizmên girtiyan diyar kirin ku li Gertîgeha Tîpa T a Xerpêtê gardiyanan li ber çavê zarokan îşkence li girtiyên jin kirin û destê jinekê şikandin. Zextên li ser girtiyên Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê demek dirêj e di rojevê de ye. Xizmên girtiyan diyar kirin ku di şeva 10'ê Sibatê de koma ku ji 20-30 gardiyanan pêk tê bi ser odeya D-6 de girtine û li ber çavên 3 zarokan îşkence bi girtiyên jin kirine. Malbatan anîn ziman ku gardiyanan li ber 3 zarokên 1 -3 salî îşkence li jinan kirine û destê jinekê şikandine. Malbatan anîn ziman ku ji ber îşkenceyê bedena 2 jinan reş û şîn bûye. Girtiyên jin Sudan Gunen, Songul Bahatir û Yasemin ji ber lêdan û îşkenceya gardiyanan birîndar bûn. Malbatan anîn ziman ku îşkence li pêş çavê dozgerê girtîgehê pêk hatiye û îşkenceya li ser girtiyan berdewam dike. Malbatan fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ger îşkence wisa bidome dê rê li pêş kuştinan veke. Malbatan destnîşan kir ku pêkanînên li Xerpêtê zextên serdema 12'ê Îlonê yên darbeya leşkerî derbas kirine û fikarên xwe anîn ziman. Piştî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê rapor amade kir û bi raya giştî re parve kir, Wezareta Dadê têkildarî girtîgeha Xerpêtê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku îdîayek bi vî rengî derew e. Malbatan diyar kir ku rayedarên girtîgehê bi zorê dixwaze ku “terorist” li sînga girtiyan ve bizeliqîne.