Qeyûm: Di referandumê de bêjin ‘Erê’ 2017-02-17 16:20:36 AMED - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê hatiye kirin ji xebatkarên şaredariyê re bi telefonê peyam şand û xwest di referandumê de dengê ‘Erê’ bikar bînin. Piştî hevşaredar ji peywirê hatin girtin di 11’ê Îlona 2016’an de cigirê Walî Bîlal Ozkan wekî qeyûm tayînî şaredariya Sûrê hat kirin û ji xebatkarên şaredariyê re peyam şand û fermana hûnê di referandumê de denge ‘Erê’ bikar bînin da. Peyama “Welatê me di pêvajoyek zehmet re derbas dibe, ji bo Tirkiyeye bi hêz û îstîkrar ez jî dibêjim Erê” ji hemû reqemên telefonan ên Yekîneya Perwerde û Çavkaniyên Mirovan a Şaredariya Sûrê hat şandin. Peyama mijara gotinê ji xebatkarên şaredariyê re jî hat şandin. AK PARTÎ Û QEYÛM DEST DANE HEV Li aliyê din, AK Partî ji bo alîkarî bide welatiyên malên wan di pêvajoya pevçûnan de hatin hilweşandin, dest avêtiya rêxistina Sûrê û piştî ji vê pesend girt ji butçeya xizmetên civakî yên şaredariyê alîkarî hatine kirin. Hat diyarkirin ku alîkarî ji aliyê Midûrê Weqfa Alîkariya Civakî ya Sûrîçiye Ensarî Erdem ve hatine kirin û di heman demê de Erdem wekî Midûrê Pênûsa Taybet tayînî Şaredariya Sûrê hatiye kirin. Her wiha zextan li welatiyên hatine beralîkirin jî dikin ku di referandumê de dengê ‘Erê’ bikar bînin.