Polîsan êrîşî kedkaran kirin: 4 kes hatin binçavkirin 2017-02-17 16:21:15 AYDIN - Kedkarên ku hatine îxraçkirin xwestin li Aydinê standa îmzeyan vekin rastî êrîşa polîsan hatin û 4 mamoste hatin binçavkirin. Kedkarên perwerdehiyê yên bi KHK’ê hatin îxraçkirin xwestin li navenda Aydinê standa îmzeyan vekin. Polîsên ku destûr nedan kedkar standê vekin 4 mamosyetên endamên Egîtîm Senê binçavkirin. Mamosteyên hatin binçvkirin dirûşemeya “Em karê xwe dixwazin” berz kirin. Piştî mamosteyên hatin binçavkirin di kontrola tendirûstiyê re derbas kirin birin Qereqola Polîsan a Efelerê.