‘Min laşê wê yê bûyî xwelî ji serkapa wê nas kir’ 2016-11-22 16:46:13 WAN - Birayê Hediye Ataman a ku li Erdîşê bi saxî hat şewitandin Harun Polatcanli kêliyên teşhîskirina cenazeyê xwişka xwe vegotin û wiha got: “Li ser laşê xwişka min a bûyî xwelî parçeyek serkapa wê ya ku beriya mehan dihat bîra min hebû, şewitî bû û me bi wê parçeya serkapê cenazeyê xwişka xwe girt.” Birayê Hediye Ataman ku li taxa Çelebîbagi ya Erdîşa Wanê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve agir bi mala wê xistin û bi saxî şewitandin Harun Polatcanli ku cenazeyê xwişka xwe teşhîr kir, diyar kir ku wî xwişka xwe ji parçeyê serpaka wê ya ku beriya mehekê li ser dîtibû naskiriye. Polatcanli, da zanîn ku otopsiya cenazayê Ataman hatibû kirin lê ji ber hemû şewitîbû ne dihat naskirin û wiha got: “Ji bo teşhîskirina cenaze ez birim morgê. Hemû laşê wê şewitî bû, min li ser lingên wê paçeyek serkapa wê dît û wiha teşhîs kir. Bi wê serkapa xweberiya mehekê hatibû gund. Min wêneyê xwişka xwe Hediye û biraziyê xwe bi hevre kişandibû û min serkap ji wê derê naskir. Cenaze hemû şewitî bû û bûbû xwelî. Tenê parçeyek serkapa wê ne şewitî bû ev jî mucîzeyek bû.” ‘NE HIŞTIN EM XUDBEYA WÊ JÎ BIXWÎNIN’ Polatcanli, da xuyakirin ku ne hiştin ew xutbeya ji bo xwişka xwe bixwînin û wiha pêde çû: “Ji bo em cenaze bînin Erdîşê me ambulans xwest lê nedan. Polîsan gotin ‘ji şaredariya bajarê mezin û Erdişê wesayîta cenaze nexwazin dê nedin we’ me jî wesayîtek peyda kir ji bo cenazeyê xwe. Heta em hatin Erdîşê polîsan em şopandin. Me dê cenaze şevê defin bikira lê ne hiştin em xutbeya wê bixwînin. Hinceta nexwendina xutbeyê jî ji ber xwişka min PKK’î ye bû. Hemû kes û ew bi xwe jî dizanin ku xwişka min ne PKK’î bû.” ÇIMA JI MALÊ CENAZEYEK DIN DERNEKET? Polatcanli, bi lêv kir ku xwişka wî hatiye qetilkirin û wiha domand: “Ger li mala xwişka min hinek kes hene hemû aliyên malê hatibûn girtin, ger di malê de kesek yan jî kes hene çima ji malê cenazeyên wan derneketin? Ji bilî cenazeyê xwişka min tu cenazeyên din derneketin. Ew bi xwe jî vê dizanin. Niha kesên ku ev qetlîam pêk anîne dixwazin xwe rizgar bikin. Dibêjin di nava malê de ‘PKK’î hen’ û dixwazin xwe rizgar bikin.” ‘XWEIKA MIN JI ÇEKAN DITIRSIYA’ Polatcanli, bi lêv kir ku ji bo polîs û leşker delîlan ji holê rakirin mal şewitandine û wiha got: “Piştî mala xwişka min dan ber guleyan şewitandin. Dema mal şewitandin xwişka bin bi hewara ‘min rizgar bikin’ alîkarî xwestiye. Divê dozger bê û li malê lêkolîn bike ku di nava malê de wekî tê gotin bombe teqiyaye yan na. Ez baş dizanim ku xwişka min pir ji çetê ditirse, dê çawa bombeyê biavêje. Dewlet dizane ku xwişka min ne endamê tu rêxistinane. Ev di arşîvên dewletê de jî hene. Ji ber zarokên xwişka min çênabin bi dehan caran ji bo bibe xwedî zarok serlêdan kiribû.” Polatcanli, balkişand ser nûçeyên di çapemeniya hikûmetê de yên wekî ‘şer derketiye û 3 polîs birîndar bûne’ jî û wiha axivî: “Li gorî agahiyên me ji nexweşxaneyê girtine, me bihîst ku polîs dema bi wesayîta zirxî diçûn ketine çalekê û birîndar bûne. Polîsan qeza bi birînên biçûk derbas kirine. Ger agahî bikevin destê me em ê bi raya giştî re parve bikin. Em ê pêşiya vê qetlîamê bernedin. Niha jî dixwazin têgîna ‘PKK’î ye’ ava bikin û konê sersaxiyê dorpêç kirine. Panzeran derdora me dorpêç kiriye. Rêzê nîşanî şîna me jî nadin. Li ser gorê jî derdora me dorpêç kiribûn. Tiştekî em bibêjin nemaye. Divê cezayê şewitandina mirovan hebe. Li Cizîr, Nisêbîn û Geverê bi sedan kes wekî xwişka min şewitandin û qetilkirin. Me ji bîr nekiriye.”