Heyeta EUTCC'ê serdana parêzerên Ocalan kir 2017-02-17 18:28:51 STENBOL - Heyeta bi organîzeya EUTCC'ê hat Tirkiyeyê, serdana Buroya Huqûqê ya Asrinê kir. Heyeta ji aliyê EUTCC'ê hat organîzekirin û endamên Konseya Eropa û Parlementoya Ewropayê, rojnameger û nivîskar di nav de cih digirin, serdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Heyeta hat Buroya Huqûqê ya Asrinê, têkildarî rewşa Ocalan ji parêzeran agahî wergirtin. Piştî îkramin ji bo heyetê hatin berpêşkirin, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domand.