Rojnameger Aslan sewqî dadgehê kirin 2017-02-18 11:50:07 STENBOL - Rojnameger Selahattîn Aslan ku duh li balefirgehê hat binçavkirin piştî karên wî yên li midûryetê bi dawî bûn sewqî Dadgeha Çaglayanê hat kirin. Lêpirsîna rojaneger Selahattîn Aslan ê duh li Balefirgeha Sabîha Gokçe hat binçavkirin a li midûryeta polîsan bi dawî bû. Derket holê ku Aslan li ser îfadeyên şahidekî k udi 30 Kanûna 2016’an de daye hatiye binçavkirin. Di îfadeyên şahid de hat îdîakirin ku Aslan di sala 2001’an de “endam ji rêxistinê re peyda kirine”. Hat diyarkirin ku kesê ku derbarê Aslan de îfade daye Esfendiyar Aslan e. Esfendiyar Aslan ku xizmê rojnameger Aslan e sûcdariya derbarê Aslan de kiriye aîdî sala 2001’an ne. Şahid Aslan, di îfadeya aîdî bûyera 16 sal berê ye de, ji renge çavê rojanemger Aslan bigire heya şehkirina porê wî îtîraf kiriye û bûyer heya daneyên biçûk jî vegotiye. Aslan ku îdîa qebûl nekir piştî karên wî yên li midûryeta polîsan bi dawî bû sewqî Dadgeha Çaglayanê hat kirin.