Serokê Ciwanên AK Partiyê ji îstîsmara zayendî hat binçavkirin 2017-02-18 12:05:01 AMED - Li navçeya Pasûrê ya Amedê ji îstîsmara zayendî ya li dijî zarokekî 10 kes hatibûn girtin û 86 kes dihatin darizandin. Têkildarî lêpirsînê Serokê Baskê Ciwanên AK Partiyê Mehmet Kara jî di navde herî kên 10 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Pasûrê ya Amedê di navbera 13'ê hezîrana 2014'an û 21'ê Adara 2015'an de li dijî zarokê bi navê F. îstîsmara zayendî ya sîstemadîk pêk hatibû. Ji doza îstîsmarê 10 kes hatibûn girtin û 86 kes tên darizandin. Doza îstîsmara zeyendî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di çarçoveya dozê de polisan serê sibê li navçeya Pasûrê ya Amedê bi ser gelek navnîşanan de girt. Serokê Baskê Ciwanên AK Partiyê Mehmet Kara jî di navde herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Di cotmeha borî de dozger bi îdîaya 10 şikdaran “îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk a li dijî zarok" û “Bi armanca îstîsmara zayendî ya li dijî zarok ji bo her kesekî heta 44.5 salan cezayê girtinê dixwaze. Hatibû tespîtkirin ku F. rastî îstîsmara gelek kesan hatiye. Rûniştina doza 10 kesan li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Heyeta dadgehê daxwaza heyeta baroyê beşdarî dozê bibe qebûl kir.