43 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan 2017-02-18 12:41:55 ÎZMÎR - Li Îzmîrê 43 kesên di 13’yê Sibatê de hatin binçavkirin bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan. Li navçeyên Menemen, Menderes, Urla, Bayindir û Torbali yên Îzmîrê di 13’yê Sibatê de polîsan dijî 50 navnîşanên partiyên, Partiya Ji Nû ve Rizgarbûna Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonên hemwext li darxistin û 35 kes hatibûn binçavkirin, piştre jî 8 kesên din jî hatibûn binçavkirin û derxistin dadgehê. 43 kesên derxistin dozgeriyê piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi dawaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana 43 kesan da.