'Polîsan li Cizirê pereyê gel dizî' 2017-02-18 13:48:15 ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê yên polîs û tîmên taybet bi ser malên wan de girtin, diyar kirin ku polîsan pereyên wan dizîne. Li navçeya Cizîr a Şirnexê tîmên taybet û polîs her roj bi ser malan de digirin. Polîsan şevê din bi ser gelek malên li taxa Nûrê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de şibayên xaniyan bi balyozan şikandin û şeniyên malan darp kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de gelek zext li ser wan meşandine û gefên kuştinê li wan xwarine. Malbatan anîn ziman ku polîsan di serdegirtina malan de lêgerînê pêk tînin pereyên di malên wan de dizîne. Şêniyên taxa Nurê bertek nîşanê zextên polîsan dan û gotin: “Polîs û leşker di serdegirtina malan de zilmê li me dikin."