Midûrê Lîseyê ji îstîsmarê hat girtin 2017-02-18 14:11:54 ENQERE - Midûrê Lîseya Anadolu Nuri Bektaş S.K, yê ji îstîsmara zayendî hat binçavkirin û berdan, piştî îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û girtin. Midûrê Lîseyê ya Anadolu Nûrî Bektaş S.K., di çarçoveya bûyera îstîsmara zarokan de hat binçavkirin û berdan. Piştî Midûr S.K., hat berdan, li ser îtîraza dozgerê Komarê dîsa hat girtin. S.K., şandin Girtîgeha Sincanê. Derket holê ku S.K. ji heman sûcî berê jî di sala 2014'an de li Edîrneyê hatibû cezakirin. S.K. ku bi bûyera Haymana hat binçavkirin, serbest hatibû berdan û li ser îtîraza dozger dîsa hat girtin.