Xizmên windayan dîsa di çalakiyê de ne: 25 sal derbas bû lê lêpirsînek tuneye 2017-02-18 15:16:10 AMED/ÎZMÎR - ÎHD aû xizmên windayan vê hefteyê dosyaya Bedriye Gumuş a li Mêrdînê beriya 25 salan bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û Hasan Kaya û Metîn Can ên li Xarpêtê beriya 24 salan hatin kuştin pirsînê. Têkîldarî dosyaya heta niha tu lêpîrsîn nehatiye vekirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê cara 419'emîn çalakiya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan beşdarî çalakiya li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin bûn û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û got ku ji bo ku windayên wan bê dîtin û kiryar bên darizandin di her şertê de têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Bîlîcî wiha got: "Ger ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin dê aştiyekî adil û birûmet dê bê vî welatî." Piştî Bîlîcî endamê Komîsyona Windayan a ÎHDÊ Hasan Yalçin axivî û çîroka Bedriye Gumuş a ku di 17'ê sibata 1992'yan de ji aliyê polîsan ve hat birîndakirin û piştre jiyana xwe ji dest da parve kir. '25 SAL IN LÊPIRSÎN NAYÊ VEKIRIN' Yalçin têkîldarî Gumuş wiha got: "Gumuş a ku ji gundê Kuşkaya ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû dayika 2 zarokan bû. Gelek caran leşkeran bi ser mala wan de girtin û dixwestin gundî bibin cerdevan. Li hemberî pêkûtiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve dihat kirin gel li gund meş li dar xist û hêzên dewletê kesên beşdarî meşê bûn hatin gulebarankirin. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û Gumuş jî birîndar bû. Ligel hemû mudaxaleyan Gumuş jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku gundiyan dane efserê bi navê Ramazan û yê bi navê Mehmet Goçmen peywirdar bûn. Têkîldarî bûyera Bedriye Gumuş hê jî lêpirsîn nehatiye vekirin." Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. AQÛBETA KAYA Û CAN HAT PIRSÎN Çalakiyekî xizmên windayan jî li Îzmîrê bû. ÎHD'î li ber Sumerbanka Kevn a Berê çalakî li dar xist. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û kiryarên Metîn Can û Hasana Kaya yên ku di 21'ê sibata 1993'yan de li Xarpêtê hatin revandin û di 27'ê sibatê de cenazeyên wan li gundê Dînarê ya 12 kîlometre dûrî Dersimê ye di bin pirekî de hatin dîtin. Çîçek got ku bi salan ligel hemû hewldanan kiryarên Kaya û Can nehatine dîtin. Çîçek diyar kir ku ligel hemû hewldanên malbatên Kaya û Can encamek derneketiye, doz çûye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li vir Tirkiye hatiye mehkumkirin. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.