‘TV 10 kanala têkoşerên ekolojiyê bû' 2017-02-18 15:43:02 STENBOL – Xebatkarên TV 10'ê ya bi biryara KHK'ê hat girtin, cara 20’emîn kom bûn û çalakî pêk anîn. Berdevkê Platforma Karadenîz Îsyanda Ercan Dagistanli, diyar kir ku TV10 di heman demê de qanala têkoşerên ekolojiyê bû. Xebatkarên TV 10 bi armanca girtina televizyonê şermezar bikin cara 20’emîn li Qada Lîseya Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan. Xebatkaran di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin" vekirin û dowîzên “Dostê xwezayê TV 10 nayê bêdengkirin", “Ev pergal ji aliyê Kerbelaye ve qerabe ye" û “Hûn nikarin dengê me qut bikin" rakirin. Xebatkarê TV 10 Ahmet Bakir, diyar kir ku beriya Qanala TV 10 bê vekirin elewî dihatin înkarkirin. Bakir, anî ziman ku piştî TV 10 hat avakirin bû dengê gelê mazlum û dengê elewiyan û wiha got: "Me xwest şer, tundî, neheqî, newekheviyê tune bikin. Me xwest aştî, edalet, wekhevî û aramiye pêş bixin. Îktîdar ji vê têkoşînê tirsiyan û dengê me qut kir. TV 10 girt. BILA TV 10 Û QANALÊN DIN BÊN GIRTIN Nunerê Yekîtiya Hêzan a Tokat- Yozgatê Mustafa Gursoy jî anî ziman ku TV 10 pirsgirêka derdorê dianî ziman û deriyê xwe ji helû gelan re vekiribû. Gursoy, xwest di serî de TV 10 û hemû qanalên hatine girtin dîsa bên vekirin û dest bi weşanê bikin. NIKARIN RASTIYÊ ASTENG BIKIN Berdevkê Platforma Karadenîz Îsyanda Ercan Dagistanli jî, diyar kir ku TV10 ne tenê têkoşîna elewiyan e, di hema demê de qanala hemû kesen têkoşîna ekolojiyê dide bû û wiha got: "OHAL kir hincet û qanal girtin. Bila baş zanibin ku tu carî nikarin rastiyê asteng bikin. " Nûnerê Tevgerea Haziranê yê Tokatê Erdogan Dogan jî anî ziman ku hemû kesên muxalif bêdeng dikin û wiha got: "Naxwazin zimanê yê din hebe. Bi girtina vê qanalê xwest dengê elewiyan û hemû kesên ên din bigirin. Bila nebêjim em ew bêdeng kir. Nirxên ku TV 10 diparast de her dem hebe. Piştî daxuyaniyê bi deyîn hatin xwendin. Piştî daxuyaniyê Yavuz Bakî ku ji bo piştevaniyê hat, hat binçavkirin.