Ji gund hawar ji pismamê xwe xwest: Ez bimrama ji vî halî çêtir bû 2017-02-18 16:53:55 DÎLOK - Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê Tekîn Dogan ê 22 salî, diyar kir ku piştî leşkeran di 11'ê Sibatê de bi ser gundê wan Xerabê Bavê de girt û gund dorpêç kirin, hefteyek e agahiyê ji malbatê nagire. Dogan, anî ziman ku pismamê wî li gund li wî geriya ye û gotiye "Xwezî ez bimirama û min ev hal nedîtiya." Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 11'ê Sibatê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. 8 rojin qedexe û dorpêçkirina gund berdewam dike. Li gund hat hînbûn ku 39 kes hatine binçavkirin, ji 2 kesan agahî nayê girtin, li gund 3 kes jî hatine kuştin. Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê Tekin Dogan ê ji gundê Xerabê Bava, diyar kir ku ji 11’ê Sibatê ve têkiliya wî ji malbatê qut bûye, wiha got: “Hefteyek e ez xeberê ji gund nagirim. 2 roj berê pismamê min ê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide bi telefonê li min geriya. Got 'Leşker ketine nava gund. Kê dibînin îşkence li wan dikin. Bibînin ez bi telefonê di axivin dê îşkence bikin. Xwezî ez bimirim û nebuma şahidê van kirinan. Bibînin kî bi telefonê di axivin li wan didin. Bi îşkence û lêdanê gelek kes birîndar bûne. Li nexweşxaneyê de gelek kesên birîndar hene’. Dîsa dayîka min a 50 salî rastî îşkenceyê hatiye. " Tekîn da zanîn ku gund bi qetlîamê re rû bi rûye û wiha axivî: “Bila gelê me tiştêkî bike. Ez bang li parazvanên mafên mirovan û rêveberên partiyên siyasî dikin ku tiştekî bikin. Xwedî li gel derbikevin. Tekîn, da zanîn ku sedema vê ewe ku ew gund kurdin û dengê xwe didin xwe ye û wiha got “Ji xwe ji beriya 2 mehan polîsekî ji gundiyekî me re gotibû ‘Hûn rawestin emê du meh din bên.'."