Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin 2017-02-18 17:58:02 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, 2 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li Mêrsînê, duh na pêr di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de 3 kesên hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Mahsun Dag û birayên hev Maşallah û Ugur Deniz piştî karên li dozgeriyê bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Birayên Deniz bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin, Mahsun Dag jî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.