3 zarok hatin binçavkirin 2017-02-18 19:22:59 EDENE - Li Edeneyê polîsan 3 zarok binçavkirin. Li Taxa Daglioglu ya Seyhana Edeneyê, polîsên li ser Kolana Bahçelievlerê dewriye digeriyan 3 zarokên navên wan nehat zanîn binçavkirin. Mebesta binçavkirina zarokan nehat hînbûn û her wiha hat zanîn ku her 3 zarok birine Şaxa Zarokan a Muduriyeta Polîsan.