Parlementerê HDP'î Aslan serbest hat berdan 2017-02-18 20:33:21 MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê Mehmet Ali Aslan ê li Midyadê ji aliyê polîsan ve wesayîta wî hat rawestandin û hat binçavkirin, serbest hat berdan. Hat diyarkirin ku li Midyada Mêrdînê, polîsan wesayîta Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan rawestandiye. Aslan ê li Kuçeya Sînemayê ya Estelê bi awayekî zêde hat rawestandin, hat diyarkirin ku, bi îdiaya li Êlihê beşdarî meşa protestokirina qeyûman bûye hatiye rawestandin û piştî demekê Aslan birin Edliyeya Midyadê. Piştî karên li edliyeyê Aslan serbest hat berdan.