Li Aladagê hîn jî tu guherîn çênebûne 2017-02-19 09:12:57 EDENE - Di ser facîaya şewata li wargeha Aladagê 80 roj derbas bûn. Tedawiya 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn didome, li gel vê bavê Fatma Zehra Altunê, Ahmet Altun got hîn jî keça wî di travmayê de ye û anî ziman ku, ji ber wî li keça xwe nihêriye ji kar hatiye derxistin. Di ser facîaya şewata wargeha aîdî Suleymaniyan a di 29'ê Mijdara 2016'an de çêbû û tê de 11 jê xwendekar 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 24 kes birîndar bûn re 80 roj derbas bûn, lê hîn jî birîna xwendekarên di şewatê de birîndar bûn û malbatên wan nekewiyaye. Li gel nêzî 3 meh di ser bûyerê re derbasbûne, hîn jî tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin û hîn jî pirgirêkên têkildarî gihaniya gundan û kêmaniyên îtfaiyeyê didomin. 'WEZÎR SOZA XWE JI BÎR KIR' Hîn jî şert û mercên riyên gundan ên xwendekaran neçar hiştin li wargehan bimînin nehatine başkirin. Li gundê Koprucukê yê 6 xwendekarên di şewatê de jiyana xwe dan lê hatin definkirin jî, bi tu awayî pirgirêka rê nehatiye çareserkirin. Roja dê 6 xwendekar li gund bihatanan definkirin, ambulansa cenaze anîbûn di rê de mabû û li gel vê welatiyên xwestin beşdarî merasîma cenaze bibin jî ji neçarî di riyeke biqelaç a 7 kîlometreyî de bi peya meşiyan. Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelik ê beşdarî merasîma cenazeyan bû û di rê de asê mabû, soz dabû ku ew ê riya gund çêbike. Lê belê wezîr sozê xwe bi cih neaniye. Di zivistanê de ji ber barîna berf û baraneke zêde ceryana gund tune ye û her wiha di sersalê de sîwana 15 histûnî ya Dibistana Seretayî ya Koprucukê rûxiyabû. Hat zanîn ku li vê dibistanê hîn jî perwerdehî dest pê nekiriye. 'BILA DEWLET DEV JI ŞOPA VÎ KARÎ BERNEDE' Ji 22 xwendekarên birîndar ên ji facîaya şewatê bi saxî filitîn, tedawiya Fatma Zehra Altun, Seda Topbaş û Emine Pertlekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê didome û perwerdehiya wan li odeya nexweşxaneyê didome. Malbatan diyar kir ku hîn jî zarokên wan travmaya li ser xwe neavêtine û li nexweşxaneyê hem tedawiya fizîkî hem jî piştevaniya derûnî bo wan tê dayîn. Bavê Fatma Zehra Altun, Ahmet Altun got ji ber hevjîna wî li gund li du zarokên wan dinihêre, ew li nexweşxaneyê li cem keça xwe ye û ragihand ku, hîn jî keça wî travmaya li ser xwe neavêtiye û şiketinên lingên wê hîn jî necebirîne. 'JI BER LI KEÇA XWE DINIHÊRIM JI KAR HATIM DERXISTIN' Altun, diyar kir ku ji ber ew li nexweşxaneyê ye ji karê xwe ji li madena sifirê hatiye derxistin û wiha got: "Ji roja bûyerê nikarim biçim karê xwe. Ji ber vê ji kar hatim derxistin. 3 zarokên min hene; ji ber dudo jê diçin dibistanê hevjîna min li wan dinihêre. Ez jî li vir li keça xwe dinihêrim. Min vê rewşa xwe ji cihê kar re vegot, lê ji min re gotin 'tiştekî em bikin tune ye' û ez ji kar derxitim. Li nexweşxaneyê keça min hem tê tedawîkirin hem jî perwerdehiya xwe didomîne. Dewlet mesrefên wê dide." Altun, ragihand ku Walîtiya Edeneyê bi riya İş-Kur'ê jê re karek dîtiye, lê ji ber li nexweşxaneyê li keça xwe dinihêre alternatîfeke din berpêşî wî nehatiye kirin û got, dewlet 680 lîre meaş dide keça wî û ew bi vî meaşî debara xwe dikin. 'BIZINÊN HATINE DAYÎN PÎR Û NEXWEŞ IN' Altun, got dewletê 15 bizin û 100 kîlo êm dane her malbatekê û wiha axivî: "Ew êm tenê têra 10 rojan kir. Em bi derfetên xwe û êmên li xwezayê bizinan xwedî dikin. Ji ber tu dahateke min tune ye nikarim êm bikirim. Ev bizin hemû pîr û nexweş in. Riya gund xerabe ye û hîn jî prigirêka me ya gihaniyê nehatiye çareserkirin. Ji bo em biçin gund, me ji şaredariyê daxwaza serwîsê kir, lê ji ber rê xerabe ne daxwaza me nehat qebûlkirin. Ji bo zarok xwe baş hîs bikin em jî bi derfetên xwe çûn gund. Em di bin şert û mercên zehmet de dijîn."