‘Ji bo êdî komkujî pêk neyên 'Na'' 2017-02-19 09:14:54 QERS - Xizmên kesên di komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û ji bo pêşerojekê ji komkjiyan xalî ji bo "Na"yê bang li her kesî kirin. Xizmên kesên di 1993'yan di komkujiya Dîgora Qersê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û ji bo pêşerojeke bêyî komkujî û qetlîaman bang li her kesî kirin da bibêjin "Na". JI BO 'NA'YÊ GELEK SEDEMÊN WAN HENE Mecbure Çagdavul a di komkujiyê de xwişka wê Selvi Çagduvul jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku xwişka wê hîn 14 salî bûye û wiha axivî: "Wê demê ez 4 salî bûm, têkildarî komkujiyê baş tişt nayên bîra min. Tişta tê bîra min tim bi ser mala me de dihat girtin. Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Îşkence, binçavkirin, operasyon..." Çagdavul, anî ziman ku piştî xwişka wê diya wê felç bûye û got, di referandûmê de ji bo "Na"yê gelek sedemênw an hene. Çagdavul wiha got: "Tenê ne gelê Dîgorê, hemû gelê kurd gelek êş kişand. Ji bo vê em dibêjin 'Na'." ‘BILA HER KES VÊ REFERANDÛMÊ RED BIKE' Macit Çagdavul ê bû şahidê komkujiyê û di komkujiyê de keça xwe winda kir, dest nîşan kir ku ev 24 sal e êşa wî bi hêrsê hatiye seqakirin. Çagdavul wiha got: "Dewletê gelek tişt anîn serê me. Bêyî em hin tiştan bibînin diçin. Sal û nîvekê di zindanê de mam. Em rastî gelek îşkenceyan hatin. Lê me tu carî jî negot, 'Dê qethiyen nebe.' Dê niha jî nebe. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û vê referndamû red bike." Çagdavul, bang li kurdên ku difikirin bibêjin "Erê" jî kir û wiha axivî: "Hin kurd ibêjin 'Erê'. Heke sibê tiştek bibe dê dewlet pêşî wan qetil bike. Vê nizanin. Li vî welatî gelek bêwijdan hene. Bila her kes li aliyê xwe dengê 'Na'yê bide. Em vê rejîma yekzilamî birûxînin." ‘JI HER TIŞTÊN BÊYÎ KURDAN 'NA'' Ginda Çagdavul a di komujiyê de hevjînê wê Hasan Çagdavul jiyana xwe ji dest da, got 9 zarokên wê hene, ew hem dêtiyê hem jî bavtiyê ji wan re dike. Çagdavul wiha diyar kir: "Ez ê bibêjim 'Na'. Ma çi dan ku tiştekî dixwazin. Ma Tayyip ji me re çi kir. Tîmên taybet malên me talan kirin. Li cihekî gotina kurdan tune be ez ê ji wan qanûnan re bibêjim 'Na, na, na.''