Rojnameger Yildiz di binçavan de rastî îşkenceyê hat 2017-02-19 16:34:04 AMED - Hat diyarkirin ku rojnameger Hayatî Yildiz ê ku berê çend rojan di saetên şevê de li Amedê hat binçavkirin ji aliyê tîmên taybet ve hatiye derpkirin. Parêzerê Yildiz Kalelî da zanîn ku rûyê Yildiz werimiye, reş û şîn bûye û xwîn jê tê. Li Amedê di 17’ê Sibatê de rojaneger Hayatî Yildiz di saetên şevê de ji aliyê tîmên taubet ve hat binçavkirin û hat diyarkirin ku li midûryeta polîsan rastî îşkenceyê hatiye. Hat zanîn ku Yildiz ê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hatiy girtin bû li Midûryeta Polîsan a TEM’ê tê ragirtin. Parêzer Gulan Çagin Kalelî ku bi Yildiz re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Yildiz bi derpkirinê hatiye binçavkirin, di wesayîta zirxî de heta birine midûryetê ji aliyê polîsên hêza taybet ên maske li serê wan ve hatiye derpkirin. Kalelî da zanîn ku Yildiz bi rapora derpê ya doktor û reçeteyê derman giritne û wiha got: “Aliyê çepê yê rûyê muwekîlê min werimiye, rûyê wî reş û şîn bûye û xwîn jê dihat. Nikare linge xwe yê çepê baş bikarbîne û derbarê binçavkirin û dosyaya muwekîlê min de tu agahî ne hatin dayîn.”