4 kes tenê beşdarî hevdîtina gel a qeyûm bûn 2017-02-19 18:39:12 WAN- Hevdîtina gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Wenê ya bi fermana qeyûmê hat tayînkirin hat lidarxistin jibilî amîrên beşan tenê 4 kes beşdar bûn. Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, bi fermana qeyûm Sekreterê Giştî Mustafa Yalçin biryara 2 hevdîtinên gel girt. Di civîna gel a ku roja înê li şaredariyê hat kirin jibilî amîrên beşan terê 4 kes beşdar bûn. Hate hînbûn ku kesên ku tevlî civînê bûne jî yên ku karê wan li şaredariyê hebûye bi fermana Yalçin girtine civîne. Ji bo ku civînên rojên sêşemê û înê bên lidarxistin qerebalix derbas bibin hate îdiakirin ku beşdariya rêveberên AK Partiyê û hilbijêrên wan mecbûrî hatine girtin. Yalçin ê ku beriya hefteyekî dest bi karê xwe kir berê jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Kayseriyê Sekreterê Giştî bû.