Welatiyên teqawît: Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dibêjin 'Na' 2017-02-20 09:02:06 MANÎSA - Li Tirkiyeyê nêzî 12 milyon teqawît di bin xizanî û birçîbûnê de mehaneyê digire, welatiyên teqawît ên li Manîsayê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de ji bo pêşeroja zarokên xwe dengê "Na" bi kar bînin. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên Saziya Îstatistîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) sînorê birçîbûnê hezar û 432 TL yê xizaniyê 4 hezar û 665 TL ye. Li Tirkiyeyê nêzî 12 milyon welatiyên tewaqît hene û di bin vî pereyê de hewl didin ku debara malbatên xwe bikin. Welatiyên teqawît ên ku her meh li ber bankayan rêz dibin qasî 900- 1500 TL î ve mecbir in jiyana xwe bidomînin. DI NAVA NEDIYARIYEKÎ DE DIJÎN Li aliyê din cudatiya di nav bera mehaneyên teqawîtan de, rêkûpêk nebûna dayîna promosyanan, şertên teqawîtbûnê de rewşa ku tê guhertin hemû ji bo welatiyên teqawît nediyariyekî tîne. Herî dawî di adarê de daxuyaniya ku dê promosyonek ji bo tewaqîtan bê dayîn û ev dê 3 mehan berdewam bike û hate gotin ku 11 milyon û nîc teqawît dê hemû negirin. Lê ji sersalê heta niha mehaneya teqawîtan û dayîna promosyanan li gorî daneyên Ajansa Şopandina Medya Interpressê heta niha nêzî 60 hezar nûçe hate weşandin. Welatiyên teqawît têkîldarî referanduma guhertina qanûna bingehîn a di 16'ê Nîsanê de pêk bê nêrînên xwe anîn ziman. 'GER TE PERE KOM NEKIRIBE XWARINA MAQERNEYÊ BIDOMÎNE' Maya Camci ya 16 sal in teqawît bûye diyar kir ku tenê bi mehaneya teqawîtbûnê ve nepêkane debara xwe bikin û wiha berdewam kir: "Ma li kû derê hatiye dîtin ku bi mehaneya teqawît ve debar bê kirin. Bi mehaneyî ve nikarin zarokekî bibin xwendin. Ger ku zarok bidî xwendin wê demê divê ji xwarina xwe kêm dikî. Bi deynan ve dijî. Ma teqawîtbûna bi vî rengî dibe. em bi xwêdana xwe ve teqawît bû. Salên xwe da. Mehaneya xxwe digirin. Ji bo pêdiviyên mala xwe bi cih bînin mehê tenê careke diçin bazarê. Ger ku pereyê ku te kom kiribe hebe tu dikarî erzaq bikirî ger ku ew tuneye xwara maqarneyê dê bidome. Rewşa teqawîtan ev e." Çam got ku ji ber van zehmetiyên ku dijîn dê ji sîstema serokdewletiyê re bibêjin "Na" û wiha got: "Ez ê di referandûmê de bibêjim na. Ji bo pêşeroja zarokên xwe ez ê bibêjim na." 'SEDAMA KU BIBÊJIM NA NEHEQIYÊN LI HEMBERÎ TEQAWÎTAN E' Welatiyê teqawît ê bi navê Yakup Balci jî diyar kir ku ew pibyorê ewlehiya civakî ye û beriya 19 salan teqawît bûye di şertên îro de bi mehaneya teqawîtbûnê ve debara nepêkan e. Balci destnîşan kir bi salan e li hemberî teqawîtan neheqiyek heye û wiha berdewam kir: "Bi rastî jî rewşa teqawîtan gelekî xirab e. Niha hemû pirsgirêka debarê dijîn. Sedama ku em bibêjin na neheqiya li dijî teqawîtan e." 'SÎSTEMA KU LI TU DERÊ TUNEYE LI WELATÊ ME TÊ FERZKIRIN' Caner Ozmen ê 16 sal in teqawît bûye jî diyar kir ku li vî welatî tu qimetê nadin teqawîtan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn. Ez zêdetirî 25 salan xebatîm û piştre teqawît bûm. Pereyê ku ez digirim di bin standartan de ye û ji bo debarê têrê nake.Qimeta ku teqawît heq dikin divê bê dayîn." Ozman têkîldarî nîqaşên li ser sîstema serokdewletiyê jî wiha got: "Sîstema ku li tu welatên cihanê tuneye li welatê me tê ferzkirin. Ez ê bibêjim Na." 'REWŞA TEQAWÎTAN LI HOLÊ YE JI BER VÊ YEKÊ NA' Welatiyê bi navê Recaî Dînç ê ku di 1996'an de teqawît bû diyar kir ku tenê bi mehaneya teqawîtbûnê debar nepêkan e. Dînç wiha got: "Pirsgirêka debarê heye. Mehaneya ku ez digirim hezar û 400 TL ye. Mirov çawa dikare debara malê bike. Ji bo xwe be nîvê şevê jî dikarin qanûnê derxînin. Me nafikirin. Me em ê çawa bibêjin 'Erê', dixwazin hikûmeta yek sîstem ava bikin. Rewya teqawîtan li holê le ji ber vê yekê em dibêjin Na." Welatiyê teqawît Serdar Uzun jî wiha got: "Teqawît gelek mexdûr dibin. Hûn heman prîmê bigirin jî mehaneya we pir cuda ye. Yek ji kesên ku mexdûr in jî ez im. Ji ber qatjimêrê gelek windahiyên min çêdike. Dewlet vê yekê sererast nake. Ji ber ku feraseta dewleta civakî tuneye. Ji ber vê yekê ez ê di referandûmê de bibêjim na."