Koçer: Heke di referandûmê de 'Na' derkeve dê zozanên me azad be 2017-02-20 09:03:49 ÊLIH - Koçerên ku bi îlankirina OHAL'ê re zozanên wan hatine qedexekirin û mexdûr bûne diyar kirin ku di referandûmê de ji bo azadiya zozanên xwe yên hatine qedexekirin dê dengê "Na" bi kar bînin û wiha gotin: "Ger 'Na' derkeve dê zozanên me azad be." Koçerên Sêrtê yên li çiyayên Ramanê ya Rojhilat û Raman a Rojava yên di navbera Êlih û Heskîfê de ne li gundê Meymûniyeyê li konên ku vedane li benda derbaskirina zivîstanê ne. Koçerên ku 5-6 sal in li gundê Meymûniyeyê zivistanê kon vedidin bi hatina biharê re piştî rêwîtiya 2 mehar bere xwe didin zozanên bi bereket ên Colemêrgê. Lê koçeran diyar kirin ku ji ber îlankirina Rêveberiya Awarte (OHAL) zozanên wan jî hatine qedexekirin û ger ku qedexe bidome biharê û havînê nizanin çi bikin. Koçeran anî n ziman ku referandûma 16'ê nîsanê ji bo wan fersendek e û ew ê ji bo azadiya zozanên xwe dengê "Na" bi kar bînin. 'EM Ê JI BO ZOZANÊN XWE BIBÊJIN NA' Zana Kaptan (23) ê bi malbata xwe re li gundê Memnûnniyê ye diyar kir ku ji bo herêma lê dijîn qedexe bê rakirin ew ê dengê "Na" bi kar bînin û wiha berdewam kir: "Zozanên me herêmên qedexe hatine îlankirin. Ger ku di vî referandûmê de 'Erê' derkeve em ê nikaribin biçin zozanên xwe. Ji bo ku em bikaribin biçin zozanên xwe ji bo rejîma yek zilam bi ser nekeve em ê di referandûmê de dengê 'Na' bi kar bînin." 'GER KU NA DERKEVE DÊ OHAL RABE' Kaptan got ku ger di referandûmê de "Na" derkeve ev dê ji bo welat bi xêr be û wiha axivî: "Ger 'Na' derkeve dê OHAL rabe zozanên me azad be. Em koçer kengî bixwazin dikarin biçin zozanên xwe. Jibilî zozanan tiştekî koçeran tuneye. Ji ber vê yekê divê hemû koçer dengê 'Na' bi kar bînin." Welatiyê bi navê Haci Kaptan jî diyar kir ku ji bı rejîma yek zilam bi dawî bibe û neheqiyên li ser gelê kurd ji holê rabe ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Ji bo ku rejîma yek zilam neyê di serî de koçer bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim bila dengê 'Na' bi kar bînin. Kaptan got ku ew ê ji bo referandûmê di nava xwe de nîqaşan bikin û wiha axivî: "Em ê li vir xwe ji bo referandûmê amade bikin. Girîngiya 'Na' bi hevre parve bikin. Roja referandûmê biçin û dengê xwe yê 'Na' bi kar bînin." Jina bi navê Ayten kaplan jî anî ziman ku ew ê ji pêşeroja azad a zarokên xwe û ji bo li gorî dilê xwe li ser axa xwe bigerin dê bibêjin "Na".