Bijartî û kedkarên hatin îxraçkirin dê eniya 'Na' xurt bikin 2017-02-20 09:04:59 COLEMÊRG - Li Colemêrgê kedkarên ku bi KHK'ê ve hatine îxrackirin û bijartiyên wan ên ku kêm bûne di referandûmê de dê eniya "Na" rêxistin bikin. Li Colemêrg a ku ji ber operasyonên qirkirina siyasî hema ku qet bijartiyên wan nema ye, bijartiyên ku hejmara wan gelekî kêm e û kedkarên ku di Rêveberiya Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin îxrackirin di pêvajoya referandûmê de dest bidin hev û eniya "Na" rêxistin bikin. 'EM Ê GUND BI GUND TAX BI TAX BIGERIN' Alîkarê berê yê Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan diyar kir ku ew ê di pêvajoya referandûmê de ji bo "Na" rêxistin bikin dê gund bi gund, tax bi tax bigerin û wiha berdewam kir: "Ewil em nirxandina 'li bajar bijartî neman7 rast nabînin. Heta hilbijartinên bê em îradeya gel a ku ji sedî 80 deng girtî ne. Em wekî ku li ser karê xwe ne di xizmeta gelê xwe de bin. Em ê ji gelê xwe re bibêjin ku dengê 'Erê' rejîma yek zilam e. Em ê li dijî vê bin ji bo Komara DEmokratîk û Konfederalîzma Demokratîk kampanyaya xwe ji yek zilamî re na li bajarê xwe bidomînin." KEDKARÊ KU BERIYA 30 SALAN JI GUND NIHA JÎ JI KAR HAT ÎXRACKIRIN: NA Endamê Tum Bel Sen'ê Oner namoglu yê di salên 90'an de ji gundê xwe yê girêdayî Çelê hatiye derxistin niha jî bi KHK'ê ve ji karê xwe hatiye kirin. Namoglu sedama xwe ya ku di referandûmê de bibêje "Na" wiha anî ziman: "Bêyî ku sûcdarkirinek bê kirin ji karê xwe hatim avêtin. Ma çi sûcê min hebû? Piştî xizmeta 27 salan ev kirin. Ger sûcê min hebe jî zarokên min çima ceza kirin? Ji ber kirinên ku bi salan e tînin serê me em ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin Na." 'EM NEHATA ÎXRACKIRIN JÎ ME YÊ BIGOTA NA' Midûrê Îtfaiyeyê Beşîr Çelebîoglu yê bi KHK'ê ve hat îxrackirin jî got ew ê dengê "Na" bi kar bînin û wiba berdewam kir: "Bi KHK'ê ve bê sedem û bêhiqûqî hatim îxrackirin. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vî nehiqûqiyê têk bibin. Ger emnehatana îxrackirin jî me yê bigota 'Na'. 10 caran bê jî em ê bibêjin 'Na'. Em ê têkoşîna xwe di bin banê sendîkaya xwe de bidomînin û piştgiriyê bidin kampanyaya Na." Serokê SES'ê yê berê Musa Bor ê hate îxrackirin jî got uk hikûmet li ser mexdûrbûna mirovan nîzamê înşa dike û wiha berdewam kir: "Şevekî ez ji kar hatin girtin. Sedema vî nezanim. Ji ber ku tiştek ji min re negotin. Li hemberî vî nîzamê em ê heq û hiqûqa xwe biparêzin. Di bin banê sendîkayê de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jî navenda me jî li cihê xwe ne. Em jî wekî kedkarên Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin. Em dibêjin Na. Ji ber ku ji bo berjewendiyên kedkaran tiştek tuneye. Bi salan e em têkoşîna demokrasiyê didin bila bê zanîn ku di warê rêxistinkirina 'Na' de em alî ne."