M.A. ya gundê Xerabê Bava: Ji salên 90'an heta niha 3 car in vî zilmê li me dikin 2017-02-20 09:07:06 MÊRDÎN - Ji gundê Xerabê Bavê M.A. got ku 2 caran bi ser mala wan de hatiye girtin îşkence li kurê wê hatiye kirin, ji salên 90'an heta niha 3 car in vî zilmê li wan dikin û wiha axivî: "Gule barandin. Sewalên me serjê kirine. Derî şikandin gelek mal şewitandin." M.A. xwest hemû kes li dijî vî zilmê dengê xwe derxîne. Li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku hovîtiya salên 90'an tê jiyîn gundiyên ku ji Xerabê Bava derketin hovîtiya tê jiyîn careke din radixe ber çavan. M.A. ya ku bû şahidê dorpêç û serdegirtinên li malan û ji ber ku nexweşiya dil pê re heye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînî diyar kir ku ji nişkave leşker ketine baxçeyên wan û wiha axivî: "Di ji camê dît ku ketin baxçe. Piştre jî 20-30 leşkeran çekên xwe kişandin û dora malê lêgerîn kirin." 'ÇEK DAN SERÊ WÎ Û DERXISTIN BAXÇE' M.A. got ku çek dane serê kurê wê û wiha berdewam kir: "Çek dan serê wî bi gotina 'ji baxçeyê we 2 kes derketin navên wan bide ger nedî em ê te bikujin' gef lê xwarin. Kurê min gote nû ji Kibrisê hatiye kesekî nas nake. Gotin 2 kes ji malê reviyane. Kurê min jêrzemîna malê. Ji ber ku tirsiyam ku dê kurê min bikujin ji ser xwe çûm. Jixwe ez emeliyat bûbûm." CARA DUYEMÎN SERDEGIRTIN Û ÎŞKENCE M.A. diyar kir ku ber bi êvarê ji gund dengê çekan pir hatiye ji ber ku nekarîne derkevin derve bi tirs sekinîne, cara duyemîn bi ser mala wan de hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji tiştekî agahiya me tuneye û em bi tirs disekinin. Dîsa derî û cam şikandin û bi ser mala me de girtin. bi 2 wesayîtên zirxî ve deriyê baxçe şikandin û hewl dan bikevin hundir. Min got qey dê malê bi ser me de hilweşînin. Ez jî hevserê min emeliyatkirî ne. Keç û kurê min li hundir in, min got qey dê me bikujin. ketin hundir. 2 kesan li kurê min xistin. Li odeya din serê kurê min li diwar dixistin. Min qîr kir û got hûn herdu çawa li kurê min dixin. Birin baxçeyê pişt malê li wir jî bi pehînan lê xistin, anîn ber çevên me dîsa bi pêhînan lê xistin. min singa xwe yê emeliyatkirî vekir û gotina 'ma hûn nabînin ez emeliyatkirî me ji me çi dixwazin' bi kar anî. Li derûdorê gule li ser mala me de dibarandin. Yek gule na du na! Gule barandin. Serê kurê min şikestibû, ji ber tirsê me ji bîr kir ku bibin bijîşk. Beriya hefteyekî ji Kibrisê hatibû. Kurê min pasaporta xwe nîşan da gote ji Kibrisê hatime lê kê guhdar dikir?" M.A. diyar kir ku ne tenê li mirovan li sewalan jî zilm hatiye kirin û wiha pêde çû: "Sewal li hundir ji ber tî û birçî ne dimirin. Xwarina mirov î sewalan desteser kirin. Piranî sewalên me serjê kirine. Li gund deriyên hemû malan şikandin, gelek mal şewitandin. Nexweş hene. Kadîn hemû şewitandin. Ji ber ez ji ser xwe çûm min gelek tişt jî nedît. Em ditirsiyan ku perdeyên xwe vekin. Deriyê malên Suleyman, Heci Selîm, Abdullah şikandin. Min bi çavên xwe ev dîtin. Li derên din çi kirin em nizanin. Cîranên me jî digotin. Di 10.30'an de bi ser mala wan de girtine, dema ku derî vekirine çek dane pişta wî." 'EM HATIN LÊ...' M.A. got ku ewil texmîn nekirine evqas xirab be lê ji ber ku nexweş ketiye ji gund derketiye. M.A. ku li Nisêbînê li mala xizmên xwe di nava nivînan de ye wiha got: "Em hatin lê xwarin jî ji qirika me naçe. Ev zilm hefteyek e li ser me ye. Bila êdî halê me bipirsin." 'DIXWAZIN ME JI GUND DERXÎNIN' M.A. diyar kir ku ji salên 90'an heta niha 3 car in tiştên bi vî rengî dijîn û wiha axivî: "3 caren ev tê serê me. Malên me dişewîtinin, dixwazin me ji axa me derxînin. Ji ber zirara ku didin dibêjin em ê 3 hezar TL bidin lê em pereyên wan naxwazin." Dîcle Muftuoglu/Aynur İnedi - dihaber