Perenga yekem kete hewayê 2017-02-20 10:58:23 WAN - Perenga ku di nava gel de wekî mizgîniya biharê tê dîtin kete hewayê. Pereng piştre bikeve av û axê. Perenga yekem îro kete hewa. Perenga duyemîn dê di 27'ê sibatê de ya sêyemîn jî di 6'ê adarê de bikeve axê. Bi vî rengî tê bawerkirin ku hewa, av û ax germ dibe, kulîk vedibin. PERENG ÇI YE? Pereng germahiya zêde ya ku wekî dest pêka bihatê tê zanîn û hefteyekî navberê ve dikeve hewa, av û axê. Peyva pereng, peyvekî erebî ye û tê wateya "agir".