Bi fermana fermandar emniyetê tabelaya Zagros rakir 2017-02-20 11:45:04 COLEMÊRG- Li Geverê tabelaya kargeha bi navê Zagrosê bi fermana Fermandarê Tumena 3'yemîn hate rakirin. Li navçeya Gevera Colemêrgê ji tabelaya kargeha Zagros bi fermana Fermandarê Tumena 3'yemin a Geverê ve ji aliyê emniyetê ji cihê xwe hat derxistin. Kargeha ku tabelaya wê hatiye derxstin ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêç kirin ev 13 sal in çend carên dijî rastî êrîşan hat. Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan têkîldarî mijarê ev agahî da: "Dema ku Fermandarê Tumenê û Mudurê Emniyetê ji kolana Cengîz Topel derbas dibin kargeha Zagros dibînin û fermana derxistina tabelayê didin. Piştî fermanê polîs bi awayekî b hiqûqî tabelayê derdixin. Polîsan esnafên ku li dijî rakirina tabelayê derketin jî tehdît dikin û bi gotina 'hûn wisa berdewam bikin tiştên ku werin serê we dive hûn bizanibin' gef li welatiyan dixwin." 'TEHEMÛLA WAN LI NAVÊ KU DÎROKA WÎ 5 HEZAR SALE TÛNE YE' Botan diyar kir ku dewlet êrîşî hemû nirxê kurdan dikin êrîşên xwe berdewam dikin û wiha pêde çû: "Yên ku tehemulî navê Amedspor, cilên heremî, sazî û parkên bi navê kurdî nakin bi dehan sazî yan girtin an jî navê wan guherandin." Botan anî ziman ku navê çiyayê Zagros 5 hezar sal berê heta niha heye lê ji bo ev çiya li Kurdîstanê ye êrîş dikin û wiha got: "Tehemula wan li navê ku dîroka wî 5 hezar sal in heye tuneye. Dewleta ku her meh 25 hezar TL bac ji vê kargehê distîne bi perê wan tabelaya wan derdixe." Botan di dawiya axaftina xwe de ji bo kargeha Zagros banga piştevaniyê kir.