Heyeta ÎHD û baro çûn Nisêbînê 2017-02-20 12:00:33 AMED - Heyeta ku ji nûnerên Baroya Amedê û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk tê, bi armanca li Gundê Xerabê Bava yê 10 rojin di bin dorpêçê de ye lêkolîn bikin çûn Nisêbînê. Li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku hovîtiya salên 90'an tê jiyîn gundiyên ku ji Xerabê Bava derketin hovîtiya tê jiyîn careke din radixe ber çavan. Di 11'ê Sibatê de tîmên taybet bi ser gundan de girtin û gund dabû ber guleyan. Hat diyarkirin ku di serdegirtina gund de 3 welatî hatibûn kuştin û 39 welatî jî li qada gund de rastî îşkenceya tîmên taybet hatin û piştre hatin binçavkirin. Li gund dorpêç û qedexeya derketina derve 10 rojin berdewam dike. Ji bo lêkolîn û çavdêriyê heyeta ku ji endam û rêveberên ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê pêk dihat ji Amedê çûn Nisêbînê. Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê M. Racî Bîlîcî û Gulseren Yolerî, Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren, Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz. Hediye Saltan, Sekreterê Baroya Amedê Vedat Şeker û Berpirsiyarê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Amedê Prz. Serhat Eren bi armanca li gund lêkolîn bikin çûn herêmê.